Mijarên rojnameyên erebî – 15 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro der barê têkilî û nakokiyên Tirkiye û Rûsyayê de nivîsîn, her wiha destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê û geşedanên li Îranê jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî – 15 Hezîran
15 hezîran, 2020   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: NAKOKIYÊN RÛSYA Û TIRKIYÊ DÊ ENIYA IDLIBÊ GUR BIKIN

Rojnameyên erebî yê îro der barê rewşa Sûriyê, bi taybet nakokiyên Rûsya û Tirkiyê de nivîsîn. Rojanameya El-Ereb wiha nivîsî: "Rûsya, hevdîtinên ku biryar bû roja yekşemê bi Tirkiyê re bihatana pêkanîn, dereng xistin, xuya dike ku nakokiyên her du aliyan kûr in, bi taybet ên der barê dosyaya Sûriyê de. Rûsya beriya niha jî der barê pêkneanîna lihevhatina agirbestê ya li bakurê rojavayê Sûriyê, nerazîbûna xwe li hember Tirkiyê nîşan dabû.

Li gorî çavdêran, daxuyaniya serokatiya Tirkiyê ya dawî der barê niyetên wê de ku hebûna xwe ya leşkerî li Idlib û derdora wê zêde bike, li dijî rejîma Sûriyê û Rûsyayê, vê daxuyaniyê kir ku agirê nakokiyên her du aliyan gur bibe ku êdî ji erdnîgariya Tirkiyê derbasî ya Lîbyayê jî dibe.

Di demên dawiyê de têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê aloz dibin, li gelek deveran, yek jê Sûriye ye. Hefteya derbasbûyî Rûsayayê bo cara yekem piştî lihevhatina agirbestê, êrişên asmanî li dijî baregehên komên cîhadîst ên opozîsyonê pêk anîn.

Çavdêr dibêjin betalkirina serdana şandeya Rûsyayê bo Tirkiyê, her wiha êrişên asamanî yên beriya wê, mîna nameyekê ne bo Tirkiyê ku ew dê li hember destdirêjiyên Tirkiyê li Lîbyayê û Sûriyê bê deng nemîne.

Wekî çawa Enqereyê lihevhatina Soçiyê ya 2018`an pêk neanî, her wiha ya nû jî wiha kir, her dixwaze demê qezenc bike, her wiha sûdê ji guherînên navdewletî, bi taybet aloziya koronayê werdigire.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye îro xwe hinekî bi hêz dibîne, bi taybet piştî destkeftiyên ku rojavayê Lîbyayê pêk anîn, dibe ku bixwaze heman senaryoyê li Idlibê jî bike, piştî ku helwesta Amerîkayê hate guhertin û rê dayê ku li Lîbyayê pêşde biçe.

EL-BEYAN: BAREGEHÊN TIRKIYÊ LI LÎBYAYÊ BELAVBÛNEKE LEŞKERÎ YE JI BO BELAVKIRINA TEROR Û WÊRANIYÊ

Der barê destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Tirkiyê lihevhatina bi hikûmeta Wîfaqê re ji xwe re bi kar anî û hêzên leşkerî yên Tirkiyê bi rê kirin Lîbyayê. Bi vê yekê dosyaya hewldanên berdewam ên Enqereyê ku baregeheke leşkerî li vê dewleta petrolê ava bike, vekir. Piştî ku hebûna wê bi salan veşartî mabû.

ŞERQ EL-EWSAT: NÎŞANÊN PROTESTOYÊN NÛ LI TEHRANÊ

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Hin rewşên nû li Îranê berz bûn di rojên dawiyê de, lê duh rewş hinekî giran bû, çend kesên li dijî kêmbûna nirxê pereyê Îranê li pêşiya banka navendî ya li Tehranê kom bûn û siyasetên birêvebirina diravî protesto kirin."