KCDK-E: Li dijî êrişan dakevin qadan

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê KCDK-E‘yê bang li kurdên li Ewropa, Kanada û Awustralya kir ku dakevin qadan.

KCDK-E: Li dijî êrişan dakevin qadan
15 hezîran, 2020   00:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji saet 00:00‘an balafirên dewleta Tirk a dagirkere Şengal, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûr û herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dikin.

Kongreya Civakên Demorkatîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang li Kurdên li Ewropa Kanada û Awustralya kir ku li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dakevin qadan.

ANHA