ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-6-2020`AN
14 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê dest bi amadekariyên sala perwerdeyê ya 2020/2021‘an kir. Di çarçoveya amadekariyan de meteryalên refa 13‘an bi herdu beşên xwe (Wêjeyî û Zanistî) têne amadekiarin. Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku wê hemû dibistanên girêdayî wezareta fêrkirinê ya Hikumeta Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser de ji 15`ê Hêzîranê werin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî got: “Qonaxa duwem a diyalogên Kurd-Kurd destpê nekirin. Ji ber ku hin pirsgirêk  ji aliyê ENKS’ê ve derketin. Pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurdî dê bi xwe re encamên erênî ji Rêveberiya Xweser û tevahî pêkhateyên li herêmê re bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Daîreya Fetwayan a navçeya Şedadê got: "Dewleta Tirk bi navê îslamê sûcan li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîne, lewma divê hesab jê were xwestin. "(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- 28'ê Sibata 1986'an saet di 23.00'an de dema ku serokwezîrê Swêdê Olof Palme bi hevsera xwe re ji sînemayê derket, bi çekan êri? lê hate kirin û hate qetilkirin. Dûre li dijî Kurdan pêla girtinê dest pê kir. Lê belê pi?tî 34 salan rastî derketin holê. Sûcdar kî bûn? Kê û çima li dijî Kurdan komployeke bi vî rengî çêkir? Divê ji niha û pê de Kurd çi bikin? (BI WÊNE).

CÎHAN

-Endamê Buroya siyasî ya Partiya Uma ya Sûdanê endizyar Eşref El-Semanî got: "Her axaftinek li ser çareseriya siyasî ji bo doza Bendava Nehdayê bi navbeykariyeke siyasî wê pirsgirêkê çareser neke ji ber ku pirsgirêk di radeya yekemîn de fenî ye û divê berjewendiyên hersê welatan di ber çavan re werin derbaskirin." (BI WÊNE).

JIN

- Çalakvana sivîl Stêr Qasim got: “Tirkiye ji ber binpêkirin û kiryaran dermirovî, di serê listeya dewletên ku mafê mirovan binpê dike de ye. Dewleta Tirk nasnameya jina azad û têkoşer ji dîktatoriya xwe re weke “xeterî” dibîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Roj bi roj rewşa mirovî ya kampên koçberan ên li Reqayê zehmetir dibe. Zehmetiyên koçberan bi taybet piştî aloziya aborî li Sûriyê zêdetir bûne û rêxitinên mirovî rewşa koçberan paşguh dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê projeya ziftkirina rêya "Spî" ya di navbera herêmên Cizîr û Reqayê de da destpêkirin. Lêçûna projeyê 6 milyar lîreyên Sûrî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Eyn Îsayê ku di bin êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye, dayikek û kurê wê mil bi mil ji bo şoreşê tê dikoşin û gel û bajarê xwe diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA