​​​​​​​‘Dewleta Tirk nasnameya jina têkoşer ji dîktatoriya xwe re wek “xeterî” dibîne’

​​​​​​​Çalakvana sivîl Stêr Qasim got: “Tirkiye ji ber binpêkirin û kiryaran dermirovî, di serê listeya dewletên ku mafê mirovan binpê dike de ye. Dewleta Tirk nasnameya jina azad û têkoşer ji dîktatoriya xwe re weke “xeterî” dibîne.”

​​​​​​​‘Dewleta Tirk nasnameya jina têkoşer ji dîktatoriya xwe re wek “xeterî” dibîne’
15 hezîran, 2020   02:34
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Piştî ku desthilatdariya Tirkiyê ket destê AKP’ê de, asta êriş û tundiya li ser jinê bilind bûye. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide nasnameya jina azad û berxwedêr tune bike. Dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya navnetewî jinan dike hedef, bi taybet jî jinên Kurd.

Dewleta Tirk a mêtînger siyaseta çewisandinê li ser girtiyan û bi taybet girtiyên jin dide meşandin.

Di 4’ê Hezîranê de desthilatdariya Tirkiyê endamtiya hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven betal kir. Piştre jî ew girtin. Gelê Kurd li hemberî vê siyaseta dewletê bertek nîşan da.

Dewleta Tirk li dijî siyasetmedar, aktîvîst û hiqûqnasên jin siyaseta çewisandinê dide meşandin. Aktîvîsta sivîl û endama Meclisa Jinan a Sûriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêr Qasim derbarê siyaseta Tirkiyê ya li dijî jinan axivî.

Stêr di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Piştî ku AKP hat ser desthilatdariyê asta sûcên li dijî mafê mirovan bilind bû. Girtin, çewisandin, astengkirina li dijî mafê rojnameger û siyasetmedaran pêk hat. Dewleta Tirk xwe weke dewleteke demokrat û wekî ku giringiyê dide mafê mirovan dide nîşan. Lê bi kiryarên ku pêktîne re bi nakok e. Ev jî di dema dawîn de bi girtinan, tecrîdkirina siyasetmedar û hiqûqnasan heta parlementeran hat dîtin.”

Stêr diyar kir ku dûrxistina hevserokên şaredariyan û perlementeran bi hincetên derew in û got: “Her wiha di vê dawiyê de parlementera HDP’ê Leyla Guven û endamên dîtir bi hinceta têkiliyên wan bi partiyên oposzîyonê re hene, ji kar hatin dûrxistin.”

Ji ber van binpêkirin û kiryaran Tirkiye di serê listeya dewletên ku mafê mirovan binpê dike de ye. Dewleta Tirk ne tenê zorê li gelê xwe dike, di heman demê de li gelên welatên derdora xwe mîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Lîbyayê sûcên dermirovî dike.

Stêr Qasim destnîşan kir ku AKP firkên Ixwan Muslimîn a radîkal esas digre û wiha pêde çû: “Ji ber wê jî jinan ji xwe re weke “xeterî” dibîne. Mezintirîn rêjeya jinan di parlementoya Tirkiyê de ye. Ew jî siyasetmedarên Kurd in. Jinê hebûna xwe di hilbijartinên dawîn de îsbat kir. Bingehek wan a gelêrî ye. Ew bi 13 ji sedî bi ser ketin. Ji ber wê jî Tirkiye ji vê hejmarê ditirse. Ji ber ev hêjmar hişmendiya dîktatorî ya desthilatdariyê wan hildiweşîne. Ji ber wê jî hewl dide rê li  pêşiya belavbûna fikrên demokratîk bigre. Bi vî awayî dixwaze îradeya jinan bişkîne.”

‘TIRKYE JI HEMÛ ALIYAN VE ŞERÊ FIKRÊ JINÊ DIKE’

 Stêr Qasim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê fikrê jinê di biryarên girêdayî welatê xwe de hebe û nabe were dûrxistin. Fikrê civakê bi tevgera jinê ya têkoşer tê guhertin, lewma jî destilatdarî vê weke “xeteriyekî” dibîne. Lewma ji hemû aliyan ve şerê fikrê jinê dike. Em bang li jinan dikin ku têbikoşin. Gelek hevkarî di navbera jinên cîıhanê, rêxistinên jinan û çalakvanan de hene.”

(fr-bx)

ANHA

<iframe width="676" height="320" src="https://www.youtube.com/embed/VaYWhHi88b0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>