​​​​​​​Girtîgehên çeteyên Tirkiyê dojeh in

Ciwanê bi navê F.E, salekî di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Helebê dimîne. Di wê demê de rastî her cûre heqaret û îşkence tê.  Her wiha dibe şahidê qetilkirina gelek kesan. F. E qala îşkenceya girtîgehên dagirkeran kir.

​​​​​​​Girtîgehên çeteyên Tirkiyê dojeh in
14 hezîran, 2020   02:29
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM-XANDÎ ELO

Ciwanê bi navê F.E (24 salî) ji şêniyên kantona Efrîn ya dagirkirî ye. Plan dikir ku biçe Ewropayê, lê rêwîtiya wî temam nebû û di rê de kete  destê çeteyên Tirkiyê. Li wir trajediya ku dê salekî dirêj bike, destpê dike.

Rêwîtiya ciwanê efrînî ji bajarê Qamişlo destpê dike. Di 24’ê Tîrmeha 2018`an de dema digihêje benda kontrolê ya Ewn li bajarê Cerablusê ji hêla çeteyên Tirkiyê ve tê girtin.

Li wir ji hêla çeteyê bi navê Ebû Qusay Hebeş ve di lêpirsînê re derbas dibe. Jê pirs dike dê ku de biçe û ji ku tê. Piştre wî bi hevkariya bi Hêzên Sûriya Demorkatîk re, tewanbar dike.

Piştre ciwanê efrînî dibin girtîgeha bajêr a ku bi navê `Şaxê Cerablusê` tê nakirin kû di destê polîsa leşkerî de ye. Di wê girtîgehê 4 mehan tê lêpirsînkirin.

Bingeha lêpirsîna çeteyan ew bû ku ciwanê efrînî tev li qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê bûye. Lê ciwan di wê demê de yanî di sala 2018`an de li Tirkiyê dima û di meha Nîsanê de, heman salê vedigere bajarê Qamişlo û biryara derketina ber bi Ewropayê ve dide.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji ber zêdegaviyên çeteyan, piraniya ciwanên Kurd naxwazin di bendên kontrolê yên çeteyan re derbas bibin.

Piştî salekê û piştî ku malbata ciwanê efrînî 2 hezar û 500 dolar fîdyê didin, çeteyan ciwan serbest berdidin.

ÎŞKENCEYA HOVANE

F. E ji ANHA’yê re qala  rojên destpêkê yên di girtîgeha çeteyan de kir û got: "Heta sê rojan ez di huncreya tekakesî de birçî mam. Di lêpirsînê de bi awayekî hovane îşkence li min kirin."

Derbarê rêbazên îşkenceyê di girtîgehê de, F. E wiha  got: "Ling û destê min girê didan. Çavên min jî digirtin û bedenê min bi stûnekê ve girê didan. Piştre bi xertomeke reş lê min dixistin û dest bi lêpirsînê dikirin. Ev îşkence heta saetekê didoma.  Mudirê girtîgehê bi navê Ebû Elî bi xwe ji Himsê ye, cîgirê wî bi navê Zîko ew jî berpirsê lêpirsînê ye û jê re digotin `Mamoste Xanim`. Du kesên din bi navên Ebû El-Şam û Ebû Kîfah tev li lêpirsînê dibûn."

XWARINA NEBAŞ Û GEFA KUŞTINÊ

F. E diyar kir ku  li gelek kesan du nanê kufkî û qutiyek reçel parve dikirin û wiha pêde çû: “Di rojekê de girtiyan biryara lidarxistina girêva birçîbûnê dan. Lê çeteyan li wan dixist, îşkence dikirin û gefa kuştinê li wan dixwin. Di her hucreyeke ku rûbera wê 12 m2 derbas nake, 20 kes diman û nedikarîn dirêjkirî xew bikin.”

YÊ BÊ PERE GIRTÎ DIMA

F. E vegotina zilma dagirkeran wiha domand: “Piştî derbasbûna 9 mehan, çeteyan ez şandim girtîgeha Maratê ya li kantona Efrînê. Li wir mirov her tişt bi pere û du qatî dikirî. Çeteyan cudahî nedixist nava tewanan. Yê ku pere dida derdiket û yê ku pere pê re tune bû dernediket. Girtiyek bi navê Nîdal Umer di wê girtîgehê de hebû, ji ber ku pere bi malbata wî re tune bû, heta roja ku ez derketim li wir bû."

‘GELEK KES JI BER ÎŞKENCEYÊ ASTENGDAR DIBÛN’  

Ciwanê bi navê F.E. got: “Hinek girtiyên ji girtîgeha `Sico` li bajarê Ezazê, ya ku ji xetertirîn girtîgehên çeteyan tê hesibandin, bibûn şahidê kuştina gelek ciwanan. Ew ciwan ji ber îşkenceyê dimirin. Hinek ji wan jî bi awayekî domdar astengdar bûne.”

Di dawiyê de F.E. çîroka kesek ku bi kanserê ketibû, wiha vegot: “Ew kes bi tewana hevkariya bi hikumeta Sûriyê re hatibû girtin. Digot, “Ez ê kengî bimirim. Nexweşiya min giran e. Çi ji min dixwazin." Bi demê re nexweşiya wî giran bû, çar rojan bê xwarin û vexwarin ma. Dema min ji midurê girtîgehê re digot ew ciwan nexweşe, midur ji min re digot: "Em 300 dolar dixwazin, ji bo ku wî derman bikin.”  Di dawiyê de ew ciwan xwîn vedireşiya û mir.”

(şx)

ANHA