‘Ji bo avabûna yekîtiyê, divê aliyên Kurd ji dagirkerên Kurdistanê dûr kevin’

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê û endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Çepgir a Kurd got Ezher Ehmed: “Ji bo ku yekitî pêk were divê aliyên Kurd ji dagirkerên Kurdistanê dûr bikevin.” Her wiha  nêrîna şovînîst a  teng û nîjadperestî ya hinek partiyan ji yekîtiya Kurd  re, şermezar kir.

‘Ji bo avabûna yekîtiyê, divê aliyên Kurd ji dagirkerên Kurdistanê dûr kevin’
14 hezîran, 2020   04:35
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di 29`ê Gulana 2020`an de ragihand ku qonaxa yekemîn a danûstandinên Kurd-Kurd bi serkeftî bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna qonaxa yekemîn, di 26’ê Gulanê de şandeyek ji  ENKS’ê di deriye Sêmalka re derbasî başûrê Kurdisanê bû û sedema serdanê eşkere nekir.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê û endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Çepgir a Kurd Ezher Ehmed got: “Banga fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ya ji bo yekîtiya netewî gavek baş e.Em rewşenbîr vê gava ji bo pêkanîna yekîtiyê di navbera partiyên Kurd de erênî dibînin."

Derbarê pêwîstiyên serxistina yekîtiyê de Ehmed wiha axivî: “Ji bo serkeftina yekîtiyê divê partiyên Kurd ji ezeztiya teng xilas bibin. Divê li vê yekîtiyê mîna nêrîna kilasîk a berê ya kevin neyê nêrîn û ji berjewendiyên kesayetî bidûr bikevin. Divê berjewendiya giştî di ser berjewendiyên tekakesî û kesayetî re werin girtin, da ku destkeftiyên Şoreşa Rojava bêne parastin.”

‘DIVÊ CIWAN ROLÊ XWE BILÎZIN’

Ehmed rave kir ku ji bo biserxistina yekîtiyê, nûkirin û guhertin pêwîst dike û wiha axivî: “Divê ciwan rolek giring di avakirina yekîtiyê de bilîzin. Ji ber ku ciwan sotemeniya şoreşan e û pêşeroja nifşan xêz dikin. Rola wan di avakirina civakê de rolek bingehîn e."

Endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê destnîşan kir ku ji bo biserxistina vê yekîtiyê divê aliyên Kurd ji dagirkerên Kurdistanê dûr bikevin û wiha pêde çû: “Ji ber ku pergalên serdestên Kurdistanê hemû dibin yek da ku xêrûbereketa Kurdistanê desteser bikin. Heger alî hemû ji vê nuqteyê xilas bibin, dê wê demê yekîtî pêk were. Lê mixabin ev ne pêkane, ji ber ku hinek partî hîna di nava “Îtîlafa Watanî” de ne.”

ROLA REWŞENBÎRAN

Ezher Ehmed anî ziman ku pêkanîna yekîtiya Kurdî emaneteke di stûyê siyasetmedar û rewşenbîran de ye û got: "Heke em yekîtiyê ava nekin, dîrokê wê rehmê li me nake. Dema em bi xemsarî û bêberpirsyartî nêz bibin, wê demê em îxanetê li doza xwe û destkeftiyên wê dikin."

Ezher Ehmed bibîr xist ku rewşenbîr di vê pêvajoyê de xwedî rolek mezin in û got: “Divê gotinên herkesî li gorî kiryarên wan bin. Em bang li rewşenbîrên Kurd dikin ku ji hesta partiyetiyê ya teng û ji tirsa xwe xilas bibin û hêza xwe ji girtiyên di girtîgehan de bigirin.”

‘YEKÎTIYA KURD PROJEYA DEMOKRATÎK ASTENG NAKE’

Di dawiyê de Ezher Ehmed got: “Yekîtiya Kurd  projeya demokratîk  a li herêmê asteng nake, ji ber ku Kurd hewl didin nirxên pêkhateyan û mafên wan di nava saziyan de yan jî di herêmê bi giştî de biparêzin. Wek rewşenbîr em vê nêrîna şofînî û nejadperestî ya teng a li hember yekîtiya Kurd şermezar dikin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uX8CqSFXM8k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>