PYD‘ê rewşa siyasî ji şêniyên Hesekê re nirxand

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di nava 23 civînan de geşedanên siyasî ji şêniyên kantona Hesekê re nirxand.

PYD‘ê rewşa siyasî ji şêniyên Hesekê re nirxand
13 hezîran, 2020   17:22
HESEKÊ

Ji civînên ku hatine lidarxistin, civîn li avahiya Meclisa navçeya Rojhilat a bajarê Hesekê û navenda Xabûr a çand û hunerê ne. Di civînê de bi dehan şênî, endamê Desteya Serokatî ya Hevserokatiya PYD‘ê Salih Muslim û hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Abid Hamid El-Mihbaş amade bûn.

Di civîna ku li avahiya Meclisa Navçeya Rojhilat hate lidarxistin de Salih Muslim geşedanên dawî li ser asta leşkerî û siyasî nirxand.

‘HÊZÊN DERVE JI BO PARASTINA BERJEWENDIYÊN XWE RÊBAZÊN HERÎ QIRÊJ BI KAR TÎNIN‘

Muslim anî ziman ku komployên navnetewî û planên bi armanca şikandina îradeya gelên herêmê berdewam in û her wiha got, hin dewlete di nav de Tirkiyê destekê didin çeteyan da ku destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin têk bibin.

Muslim destnîşan kir ku mudaxleyên derve yên di Sûriyê de ne ji bo berjewendiyên gelên herêmê ye, lê ji bo berjewendiyên şexsî ne, armancên wê têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Salih Muslim got: "Dewletên hegemon ji bo parastina berjewendiyên xwe dixebitin, parçkirina dewletên û koçberkirin û qetilkirina  xelkê wê ne di xema wan de ye. Ji ber vê yekê rêbazên herî qirêj bi kar tînin da ku berjewendiyên xwe biparêzin. Bûyerên ku niha li Sûriyê rû didin mînake vê yekê yekê ye."

‘RÊYA DERBASKIRINA ASTENGIYAN YEKITIYA KURDÎ YE‘

Di berdewama axaftina xwe de Salih Muslim diyar kir ku Kurd bûne hêzek li herêmê û ev tişt anî ziman: "Siyaseta parçe bike tûyê bi ser bikeve hîna li dijî kurdan têne meşandin. Hêzên serdest û yên herêmî gihaştine astekê ku nikarin hebûna kurdan li herêmê înkar bikin. Lê hîna jî îtîrafê bi mafê destûrî yê kurdan nakin, dixwazin rola kurdî ya li herêmê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin."

Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de banga yekitiyê li hêzên kurdî kir û got yekitiya Kurd wê bikeve xizmeta hemû gelên herêmê. Yekitî rêya sereke ya derbaskirina hemû keleman e."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fs2fCoiBrTY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>