Dagirkeran agir bi zeviyên gundê Dibis xistin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zeviyên gundê Dibis xistin, lê şêniyên gund tenê li zeviyên xwe temaşe kirin beyî ku karibin tiştekî bikin. Şêniyan bang li civaka navdewletî kirin ku mudexele bikin û van sûcan rawestînin.

Dagirkeran agir bi zeviyên gundê Dibis xistin
Dagirkeran agir bi zeviyên gundê Dibis xistin
Dagirkeran agir bi zeviyên gundê Dibis xistin
Dagirkeran agir bi zeviyên gundê Dibis xistin
Dagirkeran agir bi zeviyên gundê Dibis xistin
13 hezîran, 2020   16:10
EYN ÎSA-CÎHAN BILGÎN-MIHEMED EL-EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro agir bi nav zeviyên gundê Dibis ê girêdyaî navçeya Eyn Îsa xistin. Şewat heta saeta amadekirina nûçeyê gur bû û zeviyên ku bi 74 hezar donim têne texmînkirin, dike xwelî.

ANHA`yê şewat şopand û hevdîtin bi şêniyên ku bi dilşewat li zeviyên xwe dinêrin beyî ku karibin tiştekî bikin çêkir. Şêniyê bi navê Mihemed El-Xalid got: "Em li benda mewismê bûn. Ji ber ku jêdera quta me ya tekane ye. Îro jî li pêşiya çavê me dişewite."

Şêniya bi navê Sîham El-Hesen got: "Em li benda çinîna hilberînê bûn ji bo ku debara malbata xwe peyda bikim. Ew çete bi rêya şewitandina zeviyên me dixwazin me birçî bikin."

Sîham diyar kir ku çeteyên Erdogan hertim gund bi topên xwe dikin hedef û xof dikin dilê zarokan. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li çeteyan bikin da ku sûcên xwe li dijî şêniyên herêmê rawestînin.

Hedle El-Mihemed a ji gund got: "Heya kengî ev bêdengiya li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî me, quta rizqên me û zarokên me."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn dem demê agir bi zeviyên cotkaran dixin, armanca wan ew e ku şêniyan birçî bikin û aboriya herêmê têk bibin. Li gorî komîteyên têkildar ên Eyn Îsayê derdora 64 hezar donim zevî li gundên Seyda, Mulaq, Lobîde û El-Cehbel hatine şewitandin.

(şx)

ANHA