SOHR: Rûsya ferman da ku bendên "Furqeya 4" were vekişandin, Mahîr Esed jî red dike

SOHR, ragihand ku Rûsya ferman da ku ku hemû bendên "Furqeya 4" a hêzên hikumeta Sûriyê ya bi serkêşiya birayê Beşar Esed, Mahîr Esed bêne vekişandin.

SOHR: Rûsya ferman da ku bendên "Furqeya 4" were vekişandin, Mahîr Esed jî red dike
13 hezîran, 2020   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Mahîr Esed ev ferman red kir û ta iha bendên xwe venekişandine.

SOHR, diyar kir Rûsya hewl dide " Feyleqa 5" li gelemperiya Sûriyê, bi taybet li Deraayê bi hêz bike.

Çavdêr bidînin ku nakokî di planên leşkerî yên Rûsya, planên hêzên Îran  û Hêzên Hizbûllah ên di Sûriyê de nakokî hene.