‘Şerkirina ciwanên sûrî li Lîbyayê, ne di berjewendiya gelê Sûriyê û Lîbyayê de ye’

Şêxê êla El-Binî Asîd Mihemed Sadiq El-Asîdî got: “Em leşkerkirina ciwanên Sûriyê ji bo şerê li  Lîbyayê red dikin. Şandina ciwanên sûrî ji Lîbyayê re, ne di  berjewendiya gelê Lîbya û gelê Sûriyê de ye. Divê ew vegerin welatê xwe û bibin yek.”

‘Şerkirina ciwanên sûrî li Lîbyayê, ne di berjewendiya gelê Sûriyê û Lîbyayê de ye’
12 hezîran, 2020   02:37
MINBIC

Şêxê êla El-Binî Asîd û berdevkê şêxên êlên bajarê Minbicê Mihemed Sadiq El-Asîdî li ser mijara leşkerkirina ciwanên Sûriyê û şandina wan a ji bo Lîbyayê  Tirkiyê ciwanên sûrî û şandina wan ji Lîbyayê re axivî. El- Asîdî şandina ciwanên Sûriyê ji Lîbyayê re red kir.

‘TIRKIYE CÎRANEK XIRAB E’

El-Asîdî rewşa ciwanên êlên Sûriyê li gel mudexeleya Tirkiyê di şerê Sûriyê de wesifand û got: "Du tişt li ser serê me bû bela, şewatek di hundirê mala me de û cîranek xirab. Rejîma Tirk cîranek xirab e. Li şûna ku alîkariya cîranê xwe bike, xêr û bêreketa welat talan kir. Desteka çeteyên ku milên şêniyan dizîn û bajar xirabkirin, kir.”

‘EM LI DIJÎ ŞANDINA CIWANÊN SÛRIYÊ JI BO LÎBYAYÊ, NE’

El-Asîdî destnîşan kir ku ew leşkerkirina ciwanên sûrî bi temamî red dikin û got: "Em li dijî şandina ciwanên sûrî ji Lîbyayê re ne. Ji ber ku Sûriye bi hewcedariya ciwanên xwe ye. Divê ji bo berjewendiya welêt bibin yek û xizmeta gelê xwe bikin."

Tirkiyê bi hezaran ciwanên Sûriyê wek çete şandin Lîbyayê da ku li rex hêzên hikumeta Wîfaq bi serkêşiya Fayiz El-Seraj li beramberî 2 hezar dolarî, şerê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê bi pêşengiya Xalîfa Heftar bikin.

Tirkiyê bi şandina leşker, çek û çeteyan ji Lîbyayê re qanûnên navdewletî binpê kirin. Li aliyekî din çavdêr dibînin ku Tirkiyê aloziya Lîbya bikar anî da ku hegemoniya xwe li Rojhilata Navîn fireh bike û destkeftiyên aborî bidest bixe.

Al-Asîdî axaftina xwe wiha domand: “Tu astengî tune ye ku mirov bi tevahiya derfetan alîkariya Lîbyayê bike, lê tişta ku rû dide, ew e ku Lîbya tê wêrankirin û şer dirêj dibe. Ev jî ne ji berjewendiya gelê Sûriyê û Lîbyayê ye. Pêwîstiya Sûriyê bi rawestandina xwînê heye. Têkiliyên di navbera me û gelê Tirk de hene, lê hikumeta Tirkiyê hewl dide berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bîne. Tu dijminahiya gelên Sûriyê bi gelê Tirk re nîn e. Gelê Tirk cîran e. Ji wê zêdetirî têkiliyên xurt û xizmatî di nabera her du gelan de hene. Lê hikumeta Tirkiyê siyaseta pêkanîna berjewendiyan li ser hesabê gelê Sûriyê dimeşîne. Ciwanên Sûriyê yên ku diçin Lîbyayê, çaranûsa wan mirin e. Dema sûrî dimirin Erdogan tiştekî wenda nake. Ji ber ku ji bo wî ew ne Tirk in. Wek sûrî îşê me ji şerê li Lîbyayê tune ye. Sûriyên ku diçin Lîbyayê di tabûtan de  vedigerin. Divê ciwanên Sûriyê, Sûriyê ava bikin, xêrûbereketan wê bikar bînin. Wê ji dewletên timakar biparêzin. Ne ku biçin Lîbyayê û li beramberî pereyan lîbyayiyan bikujin û timayên Tirkiyê pêk bînin.”

El-Asîdî diyar kir ku Tirkiyê destpêkê ne bi awayekî leşkerî mudexeleya Sûriyê û Lîbyayê kir û got: “Tirkiyê destpêkê çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî, di nav de yên Lîbyayê hebûn, şandin Sûriyê. Niha jî bi awayekî eşkere sûriyan dişîne Lîbyayê û dest bi mudexeleya leşkerî di gelek welatan de kir.”

El- Asîdî di dawiya axaftina xwe de got: “Tirkiye îdia dike ku alîkariya gelê Filistînê dike û hewl dide mulsimanan bikişîne aliyê xwe. Wê artêşên xwe bi hezaran çete şandin ji bo ku mudexeleya gelek dewletên Ereb bike, mîna Sûriye û Yemenê. Lê mîna ku îdia dike mudexeleya Filistînê nekir ji bo ku alîkariya gelê Filistînê bike. Çima artêşa xwe neşand Filistînê?"

(şx)

ANHA