Şêniyên Helebê: Daxwaza me azadiya Rêber Ocalan e

Şêniyên Helebê gotin: “Hincetên ne rast ên Tirkiyê ku ji ber wê tecrîdê li Rêber Abdullah Ocalan didomîne, dirêj nakin. Çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Azadiya Ocalan daxwaza me ya ku nayê guhertine û em jê tawîz nadin.”

Şêniyên Helebê: Daxwaza me azadiya Rêber Ocalan e
12 hezîran, 2020   03:32
HELEB-MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker ji 2011’an ve tecrîdek girankirî li Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye. Kesên demokrat û azadîxwaz bang dikin ku ji bo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn divê tecrîd li ser Rêber Ocalan were rakirin.

Şêniyên Helebê diyar kirin ku daxwaza wan azadiya Rêber Ocalan e.

‘HÊNCETÊN NERAST LI PÊŞIYA ME NABIN ASTENG’

Şêniya bi navê Emel Horo got: “Em tecrîda li ser Rêber Ocalan  şermezar dikin û tecrîd berdewama komploya beriya 21 salan e. Armanca komployê were ku em hêviya xwe ji Rêbertî qut bikin.  Lê me ev yek qebûl nekir. Em ê hewl bidin tecrîdê bidawî bikin. Em banga pêkhatina hevdîtinên Rêbertî bi parêzer û malbatê re dikin. Hincetên dewleta Tirk rê li pêşiya mezinkirina têkoşîna me nagirin. Hincetên ne rast ên dewleta Tirk herî dawî belavbûna Koronavîrusê, dê li pêşiya banga me ji bo azadiya Rêberê me nebe asteng.”

Şêniya bi navê Sultana Mihemed got: "Tecrîd di pêvajoyek siyasî hesas de hatiye danîn. Em li ser çaranûsa Rêberê xwe di van rojên dijwar de ditirsin. Rêxistinên mirovî yên ku mafên dîlgirtiyan diparêzin li ku derê ne. Ger demokrasî li cîhanê heye, bila tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bibe."

Sultanê di nav gotinên xwe de behsa êrişên li dijî goristanên şehîdan kir û got: "Li cîhanê hemû gorên şehîdan pîroz in û rêz jê re tê girtin. Lê artêşa Tirk a dagirker ya ku ji gorên şehîdan ditirse, rêzê jê re nagire. Ji ber wê sûcên der exlaqî û der mirovî li dijî goristanên şehîdan pêk tîne. Ez dixwazim bang li tevahiya çînên gelên Kurd bikim ku bibin yek da ku mafê û pîroziyên xwe biparêzin."

‘BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ BIDAWÎBÛNA ALOZÎ Û ŞERÊN LI ROJHILATA NAVÎN E’

Şêniyê bi navê Mistefa Şahîn anî ziman ku daxwaza wan a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan nayê guhertin û got: "Em berdewamkirina tecrîdê şermezar dikin. Em qebûl nakin ku mîna van sûcan bidomin. Em ê dakevin qadan, asta têkoşînê mezin bikin û çalakiyan li dar bixin heya ku daxwazên me tên cih û serokê me azad dibe."

Di dawiya gotinên xwe de Şahîn rave kir ku heger Rêber Abdullah Ocalan azad bibe dê dozên Rojhilata Navîn çareser bibin û wiha pê de çû: "Heger em bixwazin doza Kurd, alozî û şerên li Rojhilata Navîn bidawî bikin, divê em bixebitin û serokê xwe  azad bikin. Piştre em ê ji şer derbasî aştiya herdem  bibin."

Dewleta Tirk bi awayekî dubare hevdîtinên parêzer û malbatê bi Rêber Abdullah Ocalan re qedexe dike. Li gorî hiqûqnasan û pirsporên karûbarên qanûnî, bi vê yekê dewleta Tirk tevahiya peyman û qanûnên navdewletî binpê dike.

(şx)

ANHA