Dagirkirina zeviyan rolek di alozkirina aboriya herêmê de lîst

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 50 hezar donim zeviyên gundewarê navçeya Til Temirê dagir kirine. Her wiha agir bi zêdetirî 20 hezar donim jî xistin. Di encamê de zirarên mezin li aboriya herêmê kir.

Dagirkirina zeviyan rolek di alozkirina aboriya herêmê de lîst
Dagirkirina zeviyan rolek di alozkirina aboriya herêmê de lîst
Dagirkirina zeviyan rolek di alozkirina aboriya herêmê de lîst
Dagirkirina zeviyan rolek di alozkirina aboriya herêmê de lîst
12 hezîran, 2020   04:40
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Çandiniya havîn û zivistanê wek girîngtirîn jêderên aborî li herêma Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din ên Sûriyê tê hesibandin.

Lê piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên li nêzî Til Temir û Zirganê, dagir kirin, rûberên fireh ji zeviyên şêniyan ketin bin kontrola dagirkeran.

LI GUNDEWARÊ TIL TEMIRÊ 50 HEZAR DOMIN ZEVÎ HATIN DAGIRKIRIN

Li gorî endamê rêveber ê Komîteya Aborî ya Meclisa navçeya Til Temirê Dildar Yusif, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 50 hezar donim zevî li gundewarê Til Temirê dagir kirine.

Dagirkeriya Tirk nehişt cotkar û şênî zeviyên xwe biçînin. Ev jî zirarek mezin gihand şêniyan û aboriya herêmê bi giştî ji ber ku şêniyên herêmê bi awayekî sereke debara xwe bi çandiniyê peyda dikin.

20 HEZAR DONIM HAT ŞEWITANDIN

Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dagirkirina zeviyan û nehiştina şêniyan ji bo ku zeviyên xwe biçînin de sînordar nema. Dagirkeriyê zeviyên genim û ceh şewitandin.

Dildar Yusif destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi 20 hezar donim zeviyên navçeyên Til Temir û Zirganê xistin.

Her wiha rê neda şêniyan û tîmên agirkujiyê ji bo ku şewatan vemirînin û her kesê ku nêzî wan zeviyan dibû, bi guleyan kirin hedef.

TALANKIRINA HILBERÎNÊ Û ŞANDINA WÊ JI TIRKIYÊ RE

Yusif îşaretpê kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn hilberînên şêniyên herêmê talan kirin û bi hinceta tunebûna navendên wergirtin û kirîna hilberînan ji Tirkiyê re rêkirin.

Di vî warî de Dildar Yusif got: “Dagirkeran di qut û rizqê şêniyan kirin hedef. Evê yekê bi awayekî neyînî bandor li şêniyan û aboriya herêmê kir.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jw-gWGe50aw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>