Aldar Xelîl: Li ser navê PYD’ê ferzkirina hevdîtinên yekîtiyê, nayê pejirandin

Endamê Lijneya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl beşdarî programa Bûyer a Ronahî TV bû û got: “Xebatên yekîtiyê yên bi ENKS’ê re tên rêvebirin, ji ber ku ENKS qebûl nake Partiyên Yekîtiya Netewî ya Kurdan beşdar bibin, ji bo dîrokek nediyar hatin rawestandin. “

Aldar Xelîl: Li ser navê PYD’ê ferzkirina hevdîtinên yekîtiyê, nayê pejirandin
11 hezîran, 2020   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku qonaxa yekemîn a xebatên yekîtiyên yên di navbera PYD û ENKS’ê de tên meşandin bi dawî bû, çavê her kesî li benda qonaxa duwem in. Ji ber ku ENKS’ê xwest  tenê bi PYD’ê re hevdîtinê çêbike, hevdîtin rawestiyan.

Endamê Lijneya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl di programa Bûyer a Ronahî TV de mijar nirxand. Xelîl got: “Xwestin di qonaxa duwemîn de bi navê Partiyên Yekîtiya Netewî ya Kurd hevdîtinan bidomînin, lê ENKS bi awayek nerênî nêzîk bû. Wan jî xelet dît ku bi navê PYD’ê hevdîtinan bidomînin. Ji ber cudahiya nêrînên di vî warî de, ne diyar e ku dê hevdîtin kengî bidomin.”

Xelîl destnîşan kir ku ev nêzîkatiya ENKS’ê nayê pejirandin û wiha axivî: “Ji bilî me 24 partiyên din jî hene. Me li vir ji bo mijarên Rêveberiya Xweser ên parastin, civakî, dîplomasî bi hev re tevger kir. Ji bo vê jî îro dema xebatên yekîtiyê tên meşandin, ev partî ji derve hiştin û tenê bi navê PYD’ê beşdarbûyîn ne rast e. Ev ferzkirin nayê pejirandin.”

‘EM GIRINGIYÊ DIDIN XEBATÊN YEKÎTIYÊ’

Xelîl wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Em giringiyê didin xebatên yekîtiyê. Eger ne wisa be, ew jî dê helwestên cuda nîşan bidin. Me jî wek partî dikarî bêjin, eger hun napejirînin em jî nayên hevdîtinan. Ji ber ku ENKS beriya niha jî çû Hewlêrê. Piştî ku zivirîn gotin em napejirînin. Paşê hevdîtin talep kirin, lê gotin em bi nûnerên Partiyên Yekîtiya Netewî yên Kurd re hevdîtinan çênakin. Eger me bi rastî giringî nedaba yekîtiyê, me yê jî wê demê bigotiba em nayên hevdîtinan. Lê em bi rastî jî pêşketina yekîtiyê dixwazin. Ji ber wê jî em ji bo dîtina rêya çareseriyekê çûn hevdîtinan.”

Xelîl diyar kir ku aliyên weke çavdêr beşdarî hevdîtinan bûbûn jî nêzîkatiya ENKS’ê xelet dîtin. Xelîl nêzîkatiya ENKS’ê bi mînakekî wiha vegot: “Niha navek we heye, dema em bi we re hevdîtinekî pêk bînin, ma ez dikarim bejim îla divê hûn navê xwe biguherin, ez ê wisa bi we re hevdîtinê çêbikim? Ev ne gengaze ku çêbibe. Her kes dikare navekî ku dixwaze li xwe bike. Ya giring ew e ku hûnê  di hevdîtinê çi nîqaş bikin.”