Çalakiya  vejandina ziman û çanda Kurd li Hesekê berdewam e

Çalakiya ku ji bo şermezarkirina kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan hatiye lidarxistin, didome. Endamên Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê serdana konê çalakiyê kir û komek stranên gelêrî vegotin.

Çalakiya  vejandina ziman û çanda Kurd li Hesekê berdewam e
Çalakiya  vejandina ziman û çanda Kurd li Hesekê berdewam e
Çalakiya  vejandina ziman û çanda Kurd li Hesekê berdewam e
Çalakiya  vejandina ziman û çanda Kurd li Hesekê berdewam e
Çalakiya  vejandina ziman û çanda Kurd li Hesekê berdewam e
11 hezîran, 2020   20:19
Suzan İraz

Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê bi koordîneya Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya li taxa Miftî çalakiyek bi dirûşmeya `Êrişa li dijî Bariş Çakan êrişa li dijî ziman û çanda Kurd e` li seyrangeha Kawa li der xist.

Di roja duyemîn a çalakiyê de endamên Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya Til Temirê serdana konê kirin û komek stranên gelêrî vegotin.

Endamê rêveber ê Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê Ciwan Dawud axivî û got: Wek hunermendên navçeya Til Temirê em piştgiriya vê çalakiyê dikin û sûcên dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê şermezar dikin."

Ciwan wiha domand: "Ziman û stranên Kurd li tevahiya cîhanê deng vedan. Dema ciwanên me guhdarî stranên kurdî dikin ji hêla kesên faşîst ve têne kuştin, mîna Bariş Çakan. Gelo demokrasiya ku Tirkiyê îdia wê dike li ku derê ye?"

Ciwan destnîşan kir ku tu hêz nikare çand û kultura Kurd tune bike, çendîn ciwanên Kurd kuştin û êriş kirin û wiha pê de çû: "Bi saya zimanê zikmakî û stranên gelêrî heta niha me li ber xwe daye."

Çalakiyên roja duyemîn bi vegotina helbestek şoreşgerî ji hêla endama rêveber a Meclisa Jina Ciwan Fatme Murad ve bidawî bûn.

(şx)

ANHA