Pêşxistina projeyên çandiniyê bi çavdêriya Komîteya Aboriya Jinê

Komîteya Aborîya Jinê wek tecrube sebze di 10 hektaran de çandin. Heger proje bi ser bikeve dê firehtir bike û radestî kooperatîfên jinan bike.

Pêşxistina projeyên çandiniyê bi çavdêriya Komîteya Aboriya Jinê
Pêşxistina projeyên çandiniyê bi çavdêriya Komîteya Aboriya Jinê
Pêşxistina projeyên çandiniyê bi çavdêriya Komîteya Aboriya Jinê
Pêşxistina projeyên çandiniyê bi çavdêriya Komîteya Aboriya Jinê
10 hezîran, 2020   06:32
QAMIŞLO-NECBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Ji nav rêzeprojeyên aborî yên ku jin çavdêriya wê dikein da ku rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin, hilberîna herêmî xurt bikin û civakê bi awayekî firehtir teşwîqî çandina sebzeyan bikin Komîteya Aboriya Jinê ya Dêrikê û ya girêdayî Kongreya Star dest bi projeya çandina sebzeyan kir.

Bi zêdebûna pêwîstiya bi hilberîna herêmî ji sebzeyan re da ku pirsgirêka bihabûnê were derbaskirin, gelek însiyatîfên gel ji bo çandina cureyên cuda yên sebzeyan derketin holê. Jê însiyatîfa Komîteya Aboriya Jinê.

Komîteyê beşek erd li gundê Gir Kendal ê girêdayî herêma El-Koçerat diyar kir da ku tê de sebzeyan biçînin. Destpêkê du bîr tê de kolandin da ku ava pêwîst ji avdanê re peyda bike.

Wek tecrube gelek cureyên sebzeyan, mîna îsot, bacana sor, bacana reş û xiyar hatin çandin. Piştre proje dê bi çandina miloxiye, petat û gelek cureyên sebzeyan were firehkirin.

Endamên komîteyê berbanga sibehê berê xwe didin zeviyê da ku şînatiyên bizirar hilkin û sebzeyan av bidin.

Girêdayî mijarê çavdêra projeyê Asiya Osman destnîşan kir ku piştî kolandina bîran ew hewl didin rûbera ku hate çandin, fireh bikin da ku bigihêje 100 hektarî  û pêwîstiya herêmê ji sebzeyan peyda bikin.

Di warê çandiniyê de ev projeya yekemîn e ku Komîteya Aboriya Jinê li Dêrikê pêk tîne.

(şx)

ANHA