Apê Îbrahîm ji ber sûcên Tirkiyê jêdera rizqê xwe wenda dike

Apê Îbrahîm ê ku ev du salin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên zeviyên wî yên çandiniyê dişewitînin û got: "Armanca wan me bikujin û birçî bikin". Li aliyekî din hiqûqnasekî destnîşan kir ku şewitandina zeviyên şêniyan, sûcek e, mirov dikare li dadgeha cezayan a navdewletî gilî bike.

Apê Îbrahîm ji ber sûcên Tirkiyê jêdera rizqê xwe wenda dike
Apê Îbrahîm ji ber sûcên Tirkiyê jêdera rizqê xwe wenda dike
Apê Îbrahîm ji ber sûcên Tirkiyê jêdera rizqê xwe wenda dike
Apê Îbrahîm ji ber sûcên Tirkiyê jêdera rizqê xwe wenda dike
10 hezîran, 2020   03:35
QAMIŞLO-BOTAN HISÊN-LÎLAV MIHEMED

Ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan vîna gelên herêmê bişkîne. Destpêkê, destek da çeteyên Cibhet El-Nusra, piştre çeteyên DAIŞ`ê xist dorê de  yên ku di Adara 2019`an ve ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatin tunekirin. Paşê bi xwe raste rast mudexele kir û axa Sûriyê dagir kir. Ji destpêka mewsima çaninî ya 2019`an ve dewleta Tirk a dagirker zeviyên genim û ceh dişewitîne, ku wek jêderên quta bingehîn ên şêniyên herêmê tê hesibandin,.

Di dema ku li cîhanê û Sûriyê aloziyek aborî ji ber pandemiya Koronavîrusê çê bûye û li gel ferzkirina DAY‘yê cezayan li ser Sûriyê, Tirkiyê bi armanca têkbirina ewlehiya xwarinê ya şêniyên herêmê van sûcan dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha zêdetirî 100 hezar donim zevî şewitandin û her kesê hewl dide şewatan vemirîne yan jî nêzî zeviyên xwe bibe da ku biçîne, dike hedef.  Ya ku bi serê cotkarê bi navê Miheydîn Abdullah qewimiye mînak ji vê ye, ku yê 17`ê Gulanê dema di nav baxçeya xwe de li gundê Dêrina Axa yê rojhilatê Qamişlo kar dikir bi guleyekê kuştin.

Ji kesên ku zeviyên wan ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hatine şewitandin, apê Îbrahîm Alîbol e (75). Apê Îbrahîm tevî malbata xwe li nêzî sînorên çêkirî yên di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de li bajarê Qamişlo dimîne, 14 hektar erdê  apê Îbrahîm li nêzî sînor heye.

Apê Îbrahîm bi çavên xwe dibîne ku çawa leşkerên artêşa Tirk a dagirker agir bi zeviyên wê dixin. Girêdayî wê apê Îbrahîm dibêje: "Min bi çavên xwe dît ku çawa leşkerên Tirk agir bi hilberîna ku ez tê de westiyame heta gihiştiyê, vêxistin. Lê min nikarî tiştek bikira. Laşê min bi min re nebû alîkar ji bo ku şewatê vemirînim."

Apê Îbrahîm wiha didomîne: "Ev ne cara yekê ye ku artêşa Tirk a dagirker erdê min dişewitînin. Par jî zeviyên min û yên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewitandin."

 ‘ARMANC DIKIN ME BIKUJIN Û BIRÇÎ BIKIN‘

Bi sê gotinan apê Îbrahîm sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî wî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wesifand û got: "Ew armanc dikin me bikujin û birçî bikin."

Apê Îbrahîm dipirse: "Gelo ez ê çawa bijîm û debara malbata xwe peyda bikim? Her sal artêşa Tirk a dagirker hilberîna min dişewitîne. Ew ji xwedê natirsin. Ew helal û heramiyê nas nakin."

Her wiha apê Îbrahîm destnîşan kir ku leşkerên Tirk li ser sînor derdora 740 serî pez ji wî dizîn û şirîkê wî kuştin.

Girêdayî heman mijarê hiqûqnas Xalid Umer diyar kir ku şewitandina dewleta Tirk zeviyên şêniyan sûcek e û di nav sûcên ku di dadgeha cezayan navdewletî de têne darizandin, tê sinifandin. Tevî sûca wê wek  dewletek dagirker ji Sûriyê re.

Umer di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku sûcên Tirkiyê di bin benda birçîkirin, têkbirina aboriya niştîmanî û jêderên bingehîn mîna genim de tê hesibandin, wekî genim hilberînek stratejîk û yek ji hîmên sereke ya aboriya Sûriyê ye.

Umer îşaretpê kir ku ji bo rêgirtina li pêşiya sûcên dewleta Tirk û şewitandina zeviyan divê cotkar li dadgeha cezayan a navdewletî gilî bikin.

Di encama sûcên artêşa Tirk a dagirker ên domdar ên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi taybet şewitandina zeviyan, rewşa jiyanî ya herêmê paşde diçe. Mîna rewşa apê Îbrahîm Alîbol ê ku nexweş e û nikare serdana bijîşk bike. Apê Îbrahîm tîne ziman: "Niha tenê li cem min du çêlek hene. Ez debara xwe û ya malbatê bi rêya şîrê wan peyda dikim."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V_5OQYcndvA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>