ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-6-2020`AN
9 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Pêngava Tunekirina Terorê ya ku QSD‘ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li bejahiya Hesekê û Dêrazorê daye destpêkirin, dê were şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Şedadê kêfxweşiya xwe ya ji ber Pêngava Tunerkirina Terorê anîn ziman û gotin ev pêngav dê ewlehiyê li herêmê mîsoger bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Kobanê amadekariyên lidarxistina ezmûnên asta amadehî dike. Lê beriya ku ezmûn destpê bikin, dê xwendekaran di dirêjahiya du mehan de perwerde bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a kantona Efrînê Avesta Îbrahîm bang li hêzên Kurd kir ku rewşa siyasî baş binirxînin û guhertinên li cîhanê çêdibin ji bo berjewendiya Kurd bi kar bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Endamê Komîteya Parastin û Ewlehiya Netewî ya Parlamantoya Lîbyayê Dr. Elî El- Tetikbalî diyar kir ku aloziya li Lîbyayê hîna berdewam e û got: "Heger Tirkiyê hikumeta Wîfaqê neçar bike ku însyatîfa Qahîreyê red bike, wê ji bilî şer vebijêreke din lê pêşiya me tune be." (BI WÊNE).

JIN

- Endama Nivîsgeha Qanûnî ya Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya bajarê Kobanê Zozan Xelîl sûcên şer ên li dijî jinê li Efrîna dagirkirî têne kirin şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku mudexele bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê projeyên wan ên xizmetguzarî dan rawestandin. Her wiha bal kişand ser ku ew ê projeyên xizmetguzarî yên sala 2020 dê li aliyên rojhilat û başûrê navçeyê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Apê Îbrahîm bal kişand ser sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî hêremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Armanca wan me bikujin û birçî bikin". Li aliyekî din hiqûqnasek destnîşan dike ku şewitandina zeviyên şêniyan, sûcek e, mirov dikare li dadgeha cezayan a navdewletî gilî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarokê Sirînê yê başûrê Kantona Kobanê miqdara ava vexwarinê ya ku têrê wan dike, bi dest naxin. Ji ber ku Tirkiyê bi zanabûn asta çemê Firatê kêm dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Aborî ya Jinê wek tecrube sebze di 10 hektaran de çandin. Heger projey bi serkeve dê fireh bike û radestî kooprastîfên jinan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA