Şaredariya Til Temirê ji ber dagirkeriyê xebatên xwe vediguhêze başûr û rojhilatê navçeyê

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Temirê diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê projeyên wan ên xizmetguzariyê dan rawestandin û bal kişand ser ku ew ê projeyên sala 2020’an li aliyên rojhilat û başûrê navçeyê pêk bînin.

Şaredariya Til Temirê ji ber dagirkeriyê xebatên xwe vediguhêze başûr û rojhilatê navçeyê
10 hezîran, 2020   06:21
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di encamê de bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên navçeya Til Temirê dagir kirin. Ji wê demê ve gelek xebatên xizmetguzariyê yên wê herêmê hatin rawestandin.

Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê amadekariyên ebareyan li rojava û bakurê gundewarên navçeyê dikir da ku gundewar bi navçeyê ve girê bide û tevgera sivîlan di zivistanê de hêsan bike. Lê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, şaredariyê xebatên xwe rawestandin.

Ji bo temamkirina wan xebatan, ji nû ve avakirin û restorekirina ebareyên çiyayê Kizwan ên ku ji ber baranê xirab bûne, şaredarî dê hewl bide aliyên başûr û rojhilatê navçeyê aktîf bike.  Ev ebare dê tevgera şêniyan di navbera gundan de hêsan bike û di rewşên awarte de dê bihêle şênî bi lez ji navçeyê bigihêjin navenda bajarê Hesekê.

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Temirê Mihemed Xilo ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re diyar kir ku Şaredariya Gel a navçeyê gelek projeyên xizmetguzariyê yên girêdayî avakirina ebareyan û restorekirina rêyên sereke û şaxî kiribûn plansaziya 2019`an.

Xilo destnîşan kir ku ji ber êrişan û dagirkirina zêdetirî 40 gundan şaredarî neçar man tevahiya xebatên xwe rawestîne.

Xilo bal kişand ser ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser asta xizmetguzarî hîna pirsgirêkên mezin ji sivîlan re çêdikin. Ava stasyona Elok li Serêkaniyê qut kirin û kehrebe di demên cuda de qut dikin. Xilo bi bîr xist ku şaredarî niha hewl dide xebatên xwe veguhêze  aliyên rojhilat û başûrê navçeyê. Piraniya projeyan dê girêdayî avakirina ebareyan û restorakirina piran be.

Di dawiyê de Mihemed Xilo got xebatên şaredariyê li aliyên rojava û bakurê navçeyê kêm in, ji ber ku nêzî eniyên şer in.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rfKDUymSs-w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>