Kevana Zêrîn a Efrînê pêngava hunerî didomîne

Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê pêngava xwe ya hunerî ya bi dirûşmeya "Vejandina Rojên Kevneşopî" dîsa didomîne.

Kevana Zêrîn a Efrînê pêngava hunerî didomîne
9 hezîran, 2020   17:53
ŞEHBA

Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê ya ji ber Koronavîrusê navber dabû xebatên xwe, îro careke din pêngava bi dirûşmeya " Vejandina Rojên Kevneşopî" da destpêkirin. Pêngav îro li gundê Fafînê yê Şehbayê careke din hate destpêkirin.

Endamên tevgerê bi cil û bergên folklorî bi beşdarbûna  bi dehan şêniyan çalakiyên xwe, ji stran, dîlan û helbest û mûzîkê de li dar xistin.

Di dawiya çalakiyê de xelkên govendê hatin gerandin.

Çalakî dê li tevahî deverên katona Şehbayê werin lidarxistin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zTlTeIIfktM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>