Şaredariya Tebqayê dest bi projeya sererastkirina rêyan kir

Werşeyên Buroya Xizmetguzariyê yên Şaredariya Gel a Tebqayê dest bi projeyên qîrkirina rêyên sereke û şaxî  kir.

Şaredariya Tebqayê dest bi projeya sererastkirina rêyan kir
Şaredariya Tebqayê dest bi projeya sererastkirina rêyan kir
Şaredariya Tebqayê dest bi projeya sererastkirina rêyan kir
9 hezîran, 2020   08:47
TEBQA

Werşeyên Buroya Xizmetguzariyê dest bi sererastkirina rêyên sereke û şaxî yên bajarokên başurê gundewarên Tebqayê kir ku Komîteya Rêveberiya Herêm û Şaredariyan ji îsal re pêşkêş kiriye.

Hevseroka Şarederiya Gel a Tebqayê Fatima Elûş der barê armanca vê projeyê de wiha axivî: "Destpêkirina vê projeyê, li gorî pêkanîna tevahî projeyên çaryekên yekemîn û duyemîn ji plana salane ya şaredariyê ye, ev proje destpêka amadekirina projeya qîrkirinê di du mehên bê de ye."

Ji bo navenda bajêr jî dê werşeyên Buroya  Xizmetguzariyê ji nû ve aliyê rojavayê rêya sereke ya sûka navendî ve sererast bike, ew jî piştî temamkirina projeya kanalîzasyon û avê ji nêzî mehekê ve ye. Rûbera sererastkirinê nêzî hezar metre ye, ji destpêka Nexweşxaneya Tibî heta bi sûka navendê ye û li pêş avahiya Şaredariya Tebqayê bi dawî dibe. Şaredariyê par aliyê rojhilat ji rêya sûka navendî qîr kiribû.  

Dê rêyên bajarokê Mehmodlî, bajarokê Mensora, gundê Hemamê û gundê Sifsaf bên çêkirin. Her wiha rêya mezreya Sifsaf a rojava hate xîzkirin û rêya şaxî ya li nava mezreyê bi dirêjahiya 400 metre sererast kir.

Lê Şaredariya Gel a Tebqayê lêçûna ku dê di plana qîrkirina rêyên li bajarê û gundewarên wê de bi kar bîne, diyar nekir.

Şaredariya Gel, par rêyên sereke yên sûka navendî ya bajêr û kolan fireh kirin, lê belê bi encama derketina pirsgirêkan di torên avê de, bû sedema qutbûna li ser tevahî taxan. Bi wê re jî şaredariyê ji nû ve rê kolandin da ku wan pirsgirêkan çareser bike û çareyên mayînde bibîne.

ANHA