​​​​​​​Balafirên Rûsyayê “herêma bêçek” bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê herêma Idlibê bombebaran kir. Di encama wê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Balafirên Rûsyayê “herêma bêçek” bombebaran kir
9 hezîran, 2020   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku bombebarana li ser herêma qaşo bêçek bi dijwarî didome.

Ji şevê din û heta saetên sibê balafirên şer ên Rûsyayê nêzî 15 caran herêmên Kensefra, Bilyon, Bara, Mozra, Fitêra, Kefer Uwiyd û herêmên ji Cebel El-Zawiyê yên gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Li gorî SOHR’ê, di encama bombebaranê de sivîlekî li Bilyonê jiyana xwe ji dest da û hindek sivîlên din jî birîndar bûn.

Balafirên Rûsyayê duh nêzî 30 caran herêmên Kensefra, Kefer Uweyid, Mozra, Sifohin, Qofqîn, Eyn Laroz ên gundewarên Idlibê, Fetatra, Menara, Ziqûm û derdora Sehil El-Xab ên gundewarên bakurê rojavayê Hemayê, bombebaran kirin.

Her wiha hêzên rejîma Sûriyê yên li gundewarên Idlibê duh gundê Riwîha, daristana gundê Bênîn ê başûrê Idlibê, gundewar û herêmên Cebel El-Zawiyê û Sehil El-Xab topbaran kirin. Di encama wê de şewat li Sehil El-Xab çêbû.

(bx)