Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, ji bo ku hevdîtinê bikin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir
9 hezîran, 2020   08:56
 NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Rezan Sarica, Raziye Turgut, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û22’yê Gulana 2019’an, 7 û 18’ê Hezîrana 2019’an û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi rêber Ocalan re hevdîtin kiribûn.

Parêzeran ji 7’ê Tebaxê ve 78 caran serlêdan kirin, lê heya niha tu bersiv ji bo parêzeran nehatiye dayîn.