​​​​​​​Sabit El-Cewher: Pêngava Tunekirina Terorê li ser daxwazên me destpê kir

Sekreterê Meclisa Rûspiyan a Hesekê Sabit El- Cewher diyar kir ku Pêngava Tunekirina Teror li ser daxwaza êlên herêmê destpê kir.

​​​​​​​Sabit El-Cewher: Pêngava Tunekirina Terorê li ser daxwazên me destpê kir
9 hezîran, 2020   04:33
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Li ser daxwaza rûspiyên êlên herêma Şedad û Dêrazorê Hêzên Sûriya Demokratîk dest bi Pêngava Tunekirina Terorê di 4`ê Hezîranê de kir. da ku şêniyên herêmê ji şaneyên DAIŞ`ê xilas bikin.

Sekreterê giştî yê Meclisa Rûspiyan a bajarê Hesekê û nûnerê qebîleya El-Şerabîn Sabit El-Cewher di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê re got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pandemiya Koronavîrusê û rewşa aborî ya ku herêm tê re derbas dibe, bi kar anîn da ku şaneyên DAIŞ`ê yên terorîst vejînin. Ev şane sivîl û kesên leşkerî qetil kirin, rê qut kirin û milkên şêniyan li herêma Dêrazorê talan kirin."

El-Cewher destnîşan kir ku qebîleyên Ereb, Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji Hêzên Sûriya Demokratîk xwestin ku dest bi pêngava lêgerînê li herêmê bike û şaneyên terorîst ên ku fîtine li herêmê belav kirine, bigire.

El-Cewher îşaretpê kir ku rola hikumeta Erdogan bi rêya leşkerkirina ciwanên Sûriyê û şandina wan ji Lîbya û welatên Ereb ên din re, her ku diçe zêde dibe.

El-Cewher got: "Em baş dizanin ku hikumeta Tirkiyê ya terorîst bi vejandina van şaneyan armanc dike ewlehiya herêmê bihejîne. Piştî ku bi saya QSD`ê aram bûbû."

El-Cehwer di berdewama gotinên  xwe de spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku ji ber ku bangawaziyên rûspiyan bersivandin.

Di dawiyê de sekreterê giştî yê Meclisa Rûspiyan a bajarê Hesekê û nûnerê qebîleya El-Şerabîn bal kişand ser ku tevahiya êlên herêmê piştgiriya pêngavê dikin heta ku teror bi temamî tune dibe û ewlehî ji herêmê re vedigere.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o7lZo1GDwo4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>