‘Bêdengî dihêle ku hêzên dagirker sûcên xwe yên li dijî sivîlan zêde bike‘

Endama Rêxistina Mafên Mirova Efrîn-Sûriyê Heyhan Elî, bêdengiya civaka navdewletî ya li hemerî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlan, bi taybet jinan rexne kir û got: “Bêdengî dihêle ku dagirker sûcên xwe dewam bike.”

‘Bêdengî dihêle ku hêzên dagirker sûcên xwe yên li dijî sivîlan zêde bike‘
9 hezîran, 2020   02:30
ŞEHBA- MEDYA HENAN – SÎMAV XELÎL

Leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê yên ku dagir kirine, sûcên xwe ji qetilkirin, revandin, koçberkirin, destdirêjî, êşkencekirin li dijî sivîlan didomînin.

Di demên dawî de sûcên xwe yên li dijî jinan zêde kirine. Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê ji destpêka dagirkirina Efrînê di Adara 2018‘an de li dijî hezar û 564 jinan tundiya fîzîkî û dirûnî hatiye meşandin.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Heyhan Elî behsa sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê kir. Heyhan got: "Komên çekdar yên bi desteka Tirkiyê bajarê Efrînê dagir kirine komkujî û binpêkirinên xwe yên li dijî sivalên bi taybet li dijî jinan zêde kirine. Rêxistina me van binpêkirin, ji destdirêjî, revandin û kuştin belge dike. Di demên dawî  de qetilkirina jina revandî ya bi navê Melek Nebîh a salî hate ragihandin. Dema ku bavê Melek xwestina wê bi xizmekî wî re ragihand ji aliyê komên çekdar ve hate revandin. Herî dawî di 7‘ê vê mehê qetilkirina wê bi awayekî hovane hate ragihandin."

‘ZAROK BI ZORÊ TÊNE ZEWICANDIN‘

Li gel revandin û qetilkirina jinên Efrînî, çeteyên dewleta Tirk zarokan bi darê zorê dizewicînin, dema malbat fermanên wan bi cih naînin, zextê li malbatên wan dikin. Li ser vê yekê Heyhan Elî got: "Diyardeya zewicandina keçên biçûk li Efrînê belav bûye, ji ber malbat ditirsin ku keçên wan ji aliyê endamên komên çekdar ve werin revandin û astengkirin. Wekî rêxistineke mafên mirovî me tundiya fîzîkî û manewî ya li ser jinan belge kir. Dagirker rêbazên heqaret, lêdan, êşkencekirin û zewicandina zarokan bi kar tînin."

‘BÊDENGIYA NAVDEWLETÎ DIHÊLE KU TIRKIYE SÛCÊN XWE DEWAM BIKE‘

Heyhan bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên Tirkiyê rexne kir û bang lê kir ku roleke çalak li ser erdê bilîze û helwestên xwe di dane raporan de tenê nehêle.

Heyhan Elî  got: “Em ê sûcên ku me belge kirine, bigihînin aliyên têkildar. Rastiyan bişopînin. Bersiva van tenê bi birîxistina raporan tê ku tenê xam li ser kaxezekê ye. Bêyî ku biryar an helwestên cidî li ser erdê pêk werin. Ev tişt dihêle ku komên çete û Tirkiye sûcên xwe dewam bikin.”

Heyhan Elî di dawiya axaftina xwe de bang li komîteya şopandina rastiyan û rêxistinên mafên mirovan a cîhanê kir ku derbasî girtîgehan bibin, sûcên ku lê têne kirin bi taybet ên li dijî jinan eşkere bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bIyo-yZYXM0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>