ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-6-2020`AN
8 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Pêngava Tunekirina Terorê ya QSD‘ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li bejahiya Hesekê û Dêrazorê destpê kiriye dê were şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê ji bo şehîd Nûda Bêrîvan, merasîmê seraxiyê li ber mala malbata wê ya li navçeya Til Temirê lidar dixe, saet 9:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîdan li Goristana Şehîd Dîclayê oxir dikin, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Adil El-Zarîf oxir dikin, saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li ser şêniyên herêmên dagirkirî sûcên şer didomînin. Ji ber wê nerazîbûnek gel li wan herêman çêbûye. Gelo ev nerazîbûn wê veguherin şoreşek gelêrî ku dagirkeriyê biqewîtîn e? (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Sekreterê Meclisa Rûspiyan a Hesekê Sabit El- Cewher diyar kir ku Pêngava Tunekirina Teror li ser daxwaza êlên herêmê destpê kir. BI WÊNE Û DÎMEN)

-Helbestvan û endamê Malbendiya Helebê ya Rewşenbîran Ridwan Agirî got, dewleta Tirk tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran dike da ku projeya neteweya demokratîk têk bibe û gelê Kurd qir bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Rêxistina Mafên Mirova Efrîn-Sûriyê Heyhan Elî, bêdengiya civaka navdewletî ya li hemerî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlan, bi taybet jinan rexne kir û got: “Bêdengî dihêle ku dagirker sûcên xwe dewam bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên gundewarê Til Temirê destnîşan kirin ku dagirker bi zanabûna agir bi zeviyan dixîne û malên sivîlan li herêmên dagirkirî dişewitîne. Her wiha rê nade tîmên agirkujiyê agirê vemirînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk Enwer Muslim diyar kir ku gel dixwaze diyaloga Kurd-Kurd pêşkeve û derbasî qonaxa duyemîn bibe. Muslim got: "Em hêvî dikin ku di dema pêş de encamên diyalogê bi gel re werin parvekirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hemdan El-Ebid anî ziman ku Rêveberiya Xweser xebatên doplomasî dimeşîne da ku civaka navadewletî neçar bikin ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze ya ku li herêmên dagirkirî sûcan pêk tîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Piştî hevdîtinên yekitiyê yên di navbera PYD û ENKS’ê de rayedaran daxuyand ku qonaxa destpêkê bi dawî bûye û ya duyemîn dest pê kiriye. Wê demê ji vir û şûn ve pirsa giring ew e ku ji vî şûnde wê pêvajo çawa bi pêşve biçe ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Nivîskar û siyasetmedara Sûrî Meys  Krêdî siyaset û zihniyeta hikumeta Tirkiyê bi taybet ên li dijî jinê bi zihniyeta Ixwan Muslimîn şibihand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jinên di saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê de kar dikin, derbarê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li diî jinan daxuyaniyê didin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Ciwanên Hesekê ji bo şermezarkirina sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan û girtina têkoşer Leyla Guven meşek bi maşaleyan lidar dixin. Saet 19:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ciwanên kantona Kobanê li dijî şehîdxistina fermandarê Tevgera Rizgariya Kurdistanê Kasim Engîn meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Kobanê dema bidawîkirina taxa pîşeyî heta şeş mehan dirêj kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Werşeyên Nivîsgeha Xizmetguzarî ya Şaredariya Gel a herêma Tebqayê dest bi projeyê ji nû ve restorekirina rêyên sereke  û şaxî kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA