Çeteyên dewleta Tirk li Til Temirê malên sivîlan dişewitînin

Beriya bi çend kêliyan hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malên şêniyên gundê Leylan ê girêdayî Til Temirê şewitandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Til Temirê malên sivîlan dişewitînin
7 hezîran, 2020   11:31
 HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  şewitandina mal û zeviyên şeniyan gundewarên Til Temirê ya kantona Hesekê didomînin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên sivîlên gundê Leylan ê li başûrê rojavayê navçeya Til Temirê ya li ser rêya M4, şewitandin.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şewitandina malên sivîlan û zeviyên wan berdewam dikin. Li gundewarên rojavayê Til Temirê yên li ser rêya M4 beriya çend rojan artêşa Tirk a dagiker zeviyên çandiniyê yên li nêzî baregeha xwe ya leşkerî ya li Til Amiriyê şewitandin, bi wê re jî şewat li gelek gundan belav bû û zirarên mezin bi malên sivîlan kirin.

ANHA