Gelê herêmê piştgiriyê dide Hemleya Tunekirina Terorê

QSD`ê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê dest bi Hemleya Tunekirina Terorê kir û di vê derbarê de şêniyên kantona Hesekê û Dêrazorê piştgiriya xwe ji hemleyê re anî ziman.

Gelê herêmê piştgiriyê dide Hemleya Tunekirina Terorê
Gelê herêmê piştgiriyê dide Hemleya Tunekirina Terorê
Gelê herêmê piştgiriyê dide Hemleya Tunekirina Terorê
7 hezîran, 2020   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHMED

QSD`ê 4 Hezîranê  ji bajarokê Deşîşa yê rojhilatê navçeya Şedadê ya başûrê bajarê Hesekê û gundên li hemberî sînorê Iraqê û heta bi ava Firatê ya bakurê rojhilatê Dêrazorê ya Sûriyê, dest bi hemleya li dijî şaneyên DAIŞ`ê kir.

Hemleya tunekirina şaneyên DAIŞ`ê li ser banga şêniyên herêmê û rûspiyên eşîran dest pê kir.

Têkildarî mijarê Amir Hesen ê ji gundê Sefawiyê yê bajarokê Mergeda got ev hemle gaveke baş e û hêvî dike ku QSD zêdetir bi pêş ve biçe û pêşî li tevgera DAIŞ`ê bigire.

Wedah Hesen jî ji bajarokê Mergedayê ye û diyar kir ku hemleya leşkerî ya ku QSD’ê xwedan girîngiyeke mezin e.

Wedah Elî yê ji bajarokê Sûr ê Dêrazorê wiha jî axivî: "Bi armanca garantiya ewlehiya herêmê em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hemleyê, di heman demê de da ku şaneyên DAIŞ`ê li herêmê tune bibin, em ê destekê bidin hêzên leşkerî, lewma divê QSD tevgera xwe zêde bike û careke din pêşî li zindîkirina DAIŞ`ê bigire."

Wedah Elî di dawiya axaftina xwe de got piştî 3 rojan encamên berbiçav diyar bûn û li herêmê ewlehî qewîn dibe.

eh

ANHA