Li Îsraîlê xwepêşandana redkirina serweriya li Dîfa El-Xerbiye

Şeva berê li bajarê Telavîvê bi sedan îsraîliyan xwepêşandaneke redkirina israra hikumeta Îsraîlê ya ferzkirina serweriya li ser herêmên Dîfa El-Xerbiye li dar xist.

Li Îsraîlê xwepêşandana redkirina serweriya li Dîfa El-Xerbiye
7 hezîran, 2020   11:13
 XEZA

Şeva berê bi sedan îsraîliyan xwepêşdanek li qada Rabîn a naverasta paytext Telavîvê li dar xist. Xwepêşandan bi bangewaziya tevgerên "Niha Aştî", “Jin aştiyê çêdikin û bêdengiyê dişikînin", hêzên çepgir ên îsraîlî û komên dîtir mîna "Fermdarên ji bo ewlehiya Îsraîlê" der barê redkirina tevlêkirina Dîfa El-Xerbiye di bin serweriya Îsraîlê de hat lidarxistin.

Di nav xwepêşandêran de senatorê amerîkî Bernie Sanders jî hebû û got li dijî plana tevlêkirina her parçeyek ji Difa El-Xerbiyê ye, ev plan ne qanûnî ye û divê raweste. Bernie Sanders wiha diyar kiribû: "Ez dixwazim hûn bizanin ku ne bi tenê ne. Bi milyonan kesên ku piştgiriya nirxên bingehîn ên mirovahiyê dikin, hene û divê li dijî dîktatoran bisekinin û pêşerojeke hevbeş a aştiyane ava bikin."