Rojeva rojnameyên erebî – 5 Hezîran

​​​​​​​Rojnameyên erebî yên îro behsa aloziya xwarinê li Sûriyê bi sedema daketina nirxê lîreyê Sûriyê û hewldana Fransayê ya kişandina rawebûnê ji hikumeta Wîfaqê kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 5 Hezîran
5 hezîran, 2020   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: JI BER DAKETINA NIRXÊ LÎREYÊ SÛRIYÊ ALOZIYA XWARINÊ ZÊDE DIBE

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Aloziya jiyanî li Şamê û gelek herêmên dîtir ên Sûriyê li gel daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar zêde dibe, her wiha gelek berhemên çandiniyê yên bingehîn şewitîn."

Çavkaniyan diyar kir ku nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar duh 2 hezar derbas kir, ev cara yekê ye ku zêde bilind dibe, anku 40 qatî ji sala 2011’an zêdetir e. Her wiha tevgera li sûkan piştî bilindbûna nirxê dolar felc bûye û piranî dikanên bazirganiyê bi sedema bilindbûna nirxê dolar hatin girtin.

Li gorî banka navendî, nirxê dolarekê li hember lîreyê Sûriyê bi 704 lîreyên Sûriyê ye, her wiha her euroyek bi 762 lîreyan e.

Bi wê re jî buhayên kel û pelên xwarinê bilind bûn, li gel wê jî şewatên bizanebûn li tevahî Sûriyê ku qûta gel dikin hedef, bi wê re jî tawanbariyên aliyên binakok û şer li Sûriyê vegerîn, li aliyekî din jî hevrikiyek di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de li ser kirîna berhemên çandiniyê heye.

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku QSD lê serwer e û piştevaniya Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê heye, tevî wê jî dewleta Tirk û komên alîgirên wê li ser gelek bajar û bajarokên li ser sînor serwer in û bi destpêkirina çinîna genim û ceh re, ji Gulana borî ve şewatên bizanebûn vegerîn, bi wê re 270 donim li gundê Xirbet Zahir ê Hesekê, 100 donim li gundê Reşo yê gundewarên Til Birakê, 250 donim li gundê Sefya, 35 donim li gundê Mêlibiyê û 50 donim li gundê Mecerce şewitîn.

Li gorî raporan, firokeyan bi avêtina napoxên şewatê li zeviyên çandiniyê yên gundewarên Şedadê yên başûrê Hesekê nêzî 200 donim şewitandin.”

EL-EREB: FRANSA HEWL DIDE RAWEBÛNA HIKUMETA WÎFAQÊ BIKIŞÎNE

Der barê Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Bi hêrsa Ewropayê ji binkeftina biryara Amerîkayê ya li ser erkdarkirina nûnerê navneteweyî ji bo Lîbyayê re têkildarî hebûna valahiyekê ya nêzbûna Fransayê ji aloziyê re û dudiliya DYA’yê, biryara xwe li ser aliyekî dijber li Lîbyayê nîşan da."

EL-BEYAN: NÛNERTIYA NAVNETEWEYÎ YA PIŞTEVANIYA MERHELEYA DEMKÎ LI SÛDANÊ

Têkildarî Sûdanê rojnameyê wiha nivîsî: "Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi giştî li ser avakirina nûnertiyeke navneteweyî ya giştî li Xertûmê ku piştevaniya merheleya demkî li Sûriyê bike, erê kir. Her wiha erka hêza parastina aştiyê li Darfûrê ya ji 8 hezar leşkeran pêk tê, heta dawiya îsal dirêj kir."