Wezîrê Parastinê yê Yewnanistanê gefan li Tirkiyê dixwe

Bi rasthatina zêdekirina şantajên dewleta Tirk li dijî Yewnanistanê re wezîrê parastinê yê Yewnanistanê gefên çareseriya leşkerî li Enqerayê xwarın û got welatê wî amade ye bersiva artêşa Tirk bide.

Wezîrê Parastinê yê Yewnanistanê gefan li Tirkiyê dixwe
5 hezîran, 2020   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Yewnanistanê Nikos Panayotopoulos ji kanala Skai TV a yewnanî re ragihand ku ji bo parastina mafên serweriyê, welatê wî ji her tiştî re amade ye, di nav de heke şantajî werin zêdekirin ew ê li dijî Tirkiyê şer bike.

Panayotopulos destnîşan kir ku di demên dawîn de Tirkiyê zêde şantajan dike û tekane rêbazê danûstandina bi vê dijminatiyê re bikaranîna hemû çekên diplomatîk û garantiya  asta bersivdayîna artêşa xwe ye.

Dema pirsa ka Yunanistanê ji bo serê bi Tirkiyê re amade ye yan na hate kirin, şêwirmendê serokwezîrê Yewnanistanê ev  bersiv da: "Em dikarin."

Wezîr wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şêwirmend ragihand ku em amade ne, heta bi serê leşkerî jî em amade ne, em dixwazin vê diyar bikin ku em ê ji bo parastina mafên serweriyê heta ji destê me were kar û xebatê bikin."

(eh)

ANHA