Rûsyayê piştrast kir ku Cehbet El-Nusra beşdarî şerê li Lîbyayê bûye

Piştî ku artêşa nîştimanî ya Lîbyayê nuqteyên başûrê Terablusê kontrol kirin, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê piştrast kir ku çeteyên ji Sûriyê tev li nava hêzên hikumeta Wîfaqê bûne û li Lîbyayê şer dikin.

Rûsyayê piştrast kir ku Cehbet El-Nusra beşdarî şerê li Lîbyayê bûye
5 hezîran, 2020   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro malpera Russia Today (RT) li ser zimanê berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova ragihand ku Moskovê der barê rewşa rojavayê Lîbyayê û sûcên milîsan de bi fikar e.

Zaxarova got milîsên hikumeta Wîfaqê ji çekdarên sûrî pêk tê, di nav de endamên Cebhet El-Nusra jî hene. Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê Cehbet El-Nusra xistiye nava lîsteya rêxistinên terorîst ku xwe di bin navê Heyet Tehrîr El-Şam de bi rêxistin dike.

Artêşa Lîbyayê firokeyeke bêpîlot a dewleta Tirk li nêzî Benî Welîd a rojavayê welat xist xwarê, her wiha herêma Sibêa ya başûrê Terablusê serwer kir û herêma Sûk El-Xemîs a li taxên bajarê Terhûnayê careke din ji hikumeta Wîfaqê stand.

Artêşê bi bîr xist ku hêzên wan gundê Fem Milxe yê rojavayê Terhûnayê jî kontrol kir.

(eh)