Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê xebata têkiliyan rawestand

Rêveberiya Deriyê Sêmalayê rawestandina xebatê têkikiyan ji sibe heta 6‘ê Hezîranê ragihand.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê xebata têkiliyan rawestand
1 hezîran, 2020   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanêde  bi daxuyaniyekê rawestandina xebata têkiliyan bi herêma Başûrê Kurdistanê re ragihand.

Di daxuyaniyê de hate got: "Ji ber qedexeya li tevahî herêma Başûrê Kurdistanê, ji sibe 2/6/2020‘an heta 6/6/2020‘an xebata têkiliyan li deriyê Sêmalkayê disekine."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh ji ber metirsiya belavbûna Koronavîrusê, ku di rojên dawî de belav bûye, qedexeya derketina derve ragihand.

ANHA