Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şedadê 2 mayin bê bandor kirin

Bi hevkariya şêniyên herêmê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 mayînên ku di bin pireke li gundewarên navçeya Şedadê de hatibûn bicihkirin, bê bandor kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şedadê 2 mayin bê bandor kirin
1 hezîran, 2020   11:17
HESEKÊ

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku sivîlekî ku pezê xwe li li nêzî goristana şehîdan diçêrand, madeyên derasayî di bin pireke li nêzî rêya giştî ya rojava (Hesekê-Şedadê) de dîtiye. Li ser wê yekê yekser dewriyeyek ji endamên beşa çalakiyan, hêzên Hawarî û tîmeke taybet a bêdandorkirina mayinan hat avakirin.

Navendê diyar kir ku dema hêzên wan gihaştin cihê bûyerê, cih dorpêç kir, sivîl jê dûr xistin û tevgera çûn û hatinê veguhast ser rêya Xerafî. Navendê destnîşan kir ku wan 2 mayinên ku ji dûr ve tên kontrolkirin dîtine û her mayinek nêzî 25 kg bûye.

Navendê daxuyand ku her du mayin li cihekî dûrî sivîlan û vala bê bandor kirine.

(cx)