Piştî şewitandina zeviyan, artêşa Tirk agir berda malên sivîlan

Artêşa Tirk a dagirker piştî zadên şêniyên gundewarên Til Temirê şewitandin, agir bi malên sivîlan xist.

Piştî şewitandina zeviyan, artêşa Tirk agir berda malên sivîlan
31 gulan, 2020   12:21
HESEKÊ

Çeteyên artêşa Tirk ên bi navên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ agir bi malên sivîlên gundên Reyhaniyê û Qasimiyê yên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê xist.

Beriya niha çeteyan bi îdiaya ku ev herêmeke leşkerî ya Tirkiyê ye, sivîl ji gund derxistin û mal û milkên sivîlan jî talan kirin.

Beriya çend rojan komên çeteyan û artêşa Tirk malên sivîlên gundên Til Menax û Um Şiêfa yên başûrê navçeya Zirganê yên li ser rêya Til Temirê şewitandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji hefteyekê ve zeviyên gundewarên rojavayê bakurê navçeya Til Temir û gundên navçeya Zirganê dişewitînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nfczeudfdxw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>