Şêniyên Girgê Lekê û Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Sabir

Bi dehan şêniyên navçeyên Girgê Lekê, Dêrik û Çilaxa sersaxî da malbata şehîd Sabir li gundê Girziyareta Çolê. Şehîd Sabir li herêma Besta ya Bakurê Kurdistanê şehîd bûbû.

Şêniyên Girgê Lekê û Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Sabir
23 gulan, 2020   12:56
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên Dêrikê û navçeyên wê sersaxiya malbata şervanê HPG’ê Semîr Seîd Xelef (Sabir) ku li herêma Besta ya Bakurê Kurdistanê di 15’ê Gulanê de şehîd bûbû, kir. Konê sersaxiyê li gundê Girziyareta Çolê ya girêdayî navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo hat vedan.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Perwîn Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Di vî gundî de gelek şehîdên ji bo parastina tevahî parçeyên Kurdistanê hene, îro careke din sersaxiya malbatên vî gundî bi şehadeta şehîd Sabir dikin."

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen wiha axivî: "Şehîdên me sînor qebûl nedikirin, parastina tevahî parçeyên Kurdistan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ji lew re banga pêkanîna yekitiyê dikin.”

Merasîma sersaxiyê bi dirûşman bi dawî bû.

ANHA