Li Til Hemîsê zarokek di geliyê de xeniqî

Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, zarokek dema ku di geliya Redê de avjenî dikir xenqî.

Li Til Hemîsê zarokek di geliyê de xeniqî
15 gulan, 2020   18:37
QAMIŞLO

Zarokê bi navê Mihemed Ehmed El-Îweyid ê 15 salî dema ku di geliya Red a Til Hemîsê de avejenî dikir, xeniqî.

Şêniyan cenaze derxistin da ku goristana malbatê ya navçeyê were definkirin.

Geliya Red 13 km dikeve başûrê navçeya Til Hemîsê, ciwan ji bo avjenî û girtina masiyan diçin wir.

ANHA