​​​​​​​Li Sûriyê hejmara kesên bi koronayê ketine bû 50

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku du kesên din bi şewba Koronavîrusê (Covid-19) ketin.

​​​​​​​Li Sûriyê hejmara kesên bi koronayê ketine bû 50
15 gulan, 2020   17:55
NAVENDA NÛÇEAYN

Li gorî ajasna "SANA" ku agahiyên xwe ji Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê girtine, li Sûriyê du kesên din bi şewba Koronavîrusê ketine. Hejmara kesên li Sûriyê ku bi koronayê ketine bû 50, jê 3 mirin.