45 rêxistinan banga bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê kirin

Zêdetirî 40 rêxistinên Sûriyê bang kirin ku biryarek navneteweyî li dijî Tirkiyê bê dayîn ku dagirkeriya wê li ser xaka Sûriyê bi dawî bibe.

45 rêxistinan banga bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê kirin
6 gulan, 2020   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

45 rêxistinên Sûriyê di daxuyaniyek nivîskî de bang kirin ku axarên şêniyên Efrînê werin bidawîkirin, binpêkirin bên rawestandin, koçber vegerin warê xwe û herêm bê radestkirina meclisek serbixwe.

Di daxuyaniyê de teqîna ku li Efrînê di 28`ê Nîsana 2020`an de pêk hatiye û di encamê de herî kêm 60 kes bûn qurban ku piraniya wan sivîl bûn hate bibîrxistin. Her wiha hate diyarkirin ku ev êriş ji destpêka dagirkirina kantonê ve ji hêla arêtşa Tirkiyê û komên qaşo Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê di Adara 2018`an de ya herî dijwar e.

Rêxistinan di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku di dirêjahiya meh û salên dagirkirina herêmê de bi hezaran binpêkirinê lidijî şêniyên resen ji pêkhateya Kurd hatin kirin. Milkên wan hatin desteserkirin ev binpêkirin rêxistina Human Rights Watch belge kirine. Her wiha gelek kes hatin girtin û wendakirin ev jî rêxistina Efû ya navneteweyî belge kirin. Ji aliyê xwe ve Komîteya Lêpirsînê ya navneteweyî  ya ku ji hêla NY`î ve hatiye avakirin di rapora xwe ya dawîn de ku di Çileya borî de belav kiribû, îşaret pê kir ku ev binpêkirin hîna berdewam in. Komîteyê bal kişand ku komên çekdar ên di bin sîwana Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê de şer dikin sûcên şer û binpêkirin pêk anîn.

Rêxistinan zelal kirin ku ev binpêkirinê li Efrînê wek beşek ji siyaseta guhertina demgorafîk fireh û guhertina nasnameya herêmê û niştecihên wê tên kirin. Li gorî serjimariyan zêdetirî ji sedî 65 ji şêniyên resen piştî operasyona Şaxê Zeytûnê koçber bûn.

Rêxistinan di daxuyaniya xwe de rêze daxwaz nîşan dan:

1-Girtina girtekên yekser ji bo parastina şêniyên sivîl ên li Efrînê û muhesebekirina hikumeta Tirkiyê li gorî lihevkirina Cinevê ya çaremîn.

2-Girtina girtekên yekser ji bo derxistina komên tundrew ji Efrînê û dabînkirina vegera tevahiya koçberan ên ku neçar man ji herêmê koçber bibin. Vegerandina tevahiya milkên ku hatine desteserkirin û dabînkirina kesên zirar dîtine û parastina nasnameya herêmê.

3-Derxistina biryarek navnetewyî li hikumeta Tirkiyê ferz dike dagirkirina tevahiya herêmên Sûriyê bi dawî bike.

4-Cezakirina tevahiya sûcdarên ku mafên mirovan li Efrînê binpê kirine û soz bidin ku dê bê cudabûn kesên zirar dîtine dabîn bikin.

Rêxistin ev in:

Tevna Kurdî

Sham organisation

Fraternity Foundation for Human rights FFHR-Biratî

Yekîtiya Jinên Kurdistanê

Kurdish Committee for Human Rights / Observer

H C S K

Syrians for Truth and Justice-STJ

Codî4

Shar for Development

Mahabad Organization for Humen rights MOHR

Syrian Center for the Defense of Human Rights

Syrian Kurdish civil Forces Gathering

Women Empowerment Organization

XunavAssociatiom

Lekolin Centr for Studies and Legal Researches _ Germany

the syrian women council

Hitma organization for cultural and Social Development

Hoshin Organization for Thought and Culture

Mahabad Organization for Human Rights

armanc platforma for civil society

Syrian Kurdish civil Forces Gathering

Human rights organisations afrin-syria

Assistance for Refugee’s Children Organizatio ARCO

Gav for relief and development

Centre Zagros

Roj Kar For Relief And Development "RKRD"

KURDISH -SWISS ALLIANCE

Free Yezidi Foundation

Act For Afrin

Rewanka

The Danish Kurdish Society in Varde

AFRINPOST

Kurdish Women Union

Afrin media center

Kurdish Legal  committee

PÊL- Civil Waves

PEACESHE-LEADER NETWORK

Hayva Sor a Kurd

rêxistina bijîşkên Rojavayê Kurdistanê

Kurdish Women's Union in Syria Rodoz

Oxford Kurdish Association (OKA)

Human Rights Organization in Syria- MAF

Afrin Platform

Kurdish organization for human rights in Syria (DAD)

Amman Center for Human Rights Studies (ACHRS)

(şx)

ANHA