3 moşekên Katyuşa li balafirgeha Bexdayê ketin

Şaneya Ragihandina Şer a Iraqê îro ragihand ku 3 moşekên Katyuşa li navenda balafirgeha Bexdayê ketine.

3 moşekên Katyuşa li balafirgeha Bexdayê ketin
6 gulan, 2020   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneyê di daxuyaniya xwe de wiha got: "3 moşekên Katyuşa di saetên sibê de li navenda balafirgeha Bexdayê ketin."

Her wiha şaneyê destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê bingeha avêtinê û alavên "Timer" li herêma El-Bekriye ya rojavayê paytext dîtin û diyar kir ku zerar çênebûne.

Heta niha tu aliyan ev yek negirtiye ser xwe.

Balafirgeha Bexdayê ji mezintirîn balafirgehên Iraqê ye. 16 km li rojavayê Bexdadê ye û navenda sereke ya çalakiyên hewayî yên Iraqê ye.

(bx)