HRE: Li  Efrînê 2 leşkerên Tirk û 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li herêma Efrînê çalakî li dar xistin, di encamê de 2 leşkerên Tirk û 2 çete jî hatin kuştin.

HRE: Li  Efrînê 2 leşkerên Tirk û 2 çete hatin kuştin
6 gulan, 2020   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di roja 5`ê Gulanê, li herêma Efrînê hêzên me li hemberî artêşa dagirker û çeteyên wê 2 çalakî li dar xistin. Di wan herdu çalakiyan de 2 leşker û 2 çete hatin kuştin, 2 leşker û 2 çete jî brîndar bûn. Her wiha seyareyek hat ruxandin."

(kc)