Êrişa DAIŞ‘ê ya li Heqil El-Umer hate têkbirin: Çeteyek hate kuştin

Li başûrê Heqil El-Umer ê petrolê yê Dêrazorê çeteyên DAIŞ‘ê êrişî bendeke kontorlê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li ser bersivdayîna Hêzên Ewlekariyê çeteyek hate kuştin.

Êrişa DAIŞ‘ê ya li Heqil El-Umer hate têkbirin: Çeteyek hate kuştin
3 gulan, 2020   20:26
DÊRAZOR

Çavkaniyekî ji Dêrazorê ragihand ku 3 çeteyên DAIŞ‘ê vê êvarê êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundê Deman ê bajarokê Bisîra yê bakurê rojhilatê bajarê Dêrazorê başurê heqil El-Umer ê petrolê kirin.

Li gorî çavkaniyan 2 endamên hêzên ewlekariyê bi sivîkî birîndar bûn.

Li ser bersivana êrişî çeteyek hate kuştin û yên din jî reviyan.

Ev êriş hemwextî îsyan û tevliheviya ku çeteyên DAIŞ‘ê di girtîgehek Hesekê de derxistî pêk hat.

ANHA