Navçeya Şedadê tedbîrên mewsimê girtin

Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê têkildarî parastina hilberînên çandiniyê gelek bergirî girtin û xwe ji rewşên awarte re amade dike.

Navçeya Şedadê tedbîrên mewsimê girtin
4 gulan, 2020   05:21
HESEKÊ

Di mewsima par de agir bi hezaran hîktarên genim û ceh ket. Ji ber vê yekê Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkarî da sivîlan.

Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê bergiriyên pêwîst girtin û hesabê rewşên awarete dike.

Endama Rêveberiya Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê Bera Xilêf destnîşan kir ku piştî civîna komîteya herêma başûr bi gerînendeyê çandiniyê yê kantona Hesekê, gelek bergirî girtin û bi van tedbîran parastina musimê ji xeteriyê dikin. Tê zanîn ku mewsima par agir bi zadan ket û di encamê de li navçeya Şedadê zêdetirî 18 hezar donim şewitî.

Beraa Xilêf diyar kir ku di nava tedbîrên hatine girtin de, beriya mewsim were dê derman li nebatatên bi zirar were reşandin.

Beraa Xilêf da zanîn ku wan şêniyên li kêleka erdan dijîn û xwedan bîr in kir, ku alîkariya komîteya çandiniyê bikin û parastina mewsimê ji rûdanên şewatê biparêzin.

Endama Rêveberiya Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê Beraa Xilêf anî ziman ku komîteya çandiniyê bi hevkariya Şaredariya Gel a Şedadê kar û xebatê dike, li ser vî esasî 2 agirkuj amande kirine û dema bûyerên şewatê biqewimin dê yekser bibin bersiv.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fZFskA_pzkM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>