Sputnik: Çeteyên Sûrî yên li Lîbiyayê êrişên cinsî pêk tînin

Hate ragihandin ku li bajarê Terablusê yê Lîbyayê bûyerên êrişên cinsî zêde bûne. Her wiha hate gotin ku çeteyên Sûrî yên ku  destekê didin hikûmeta Wîfaq li pişt van sûcan in.

Sputnik: Çeteyên Sûrî yên li Lîbiyayê êrişên cinsî pêk tînin
2 gulan, 2020   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Sputnik a Rûsyayê  li paytexta Lîbya Terablusê ku di bin serweriya hêzên hikûmeta Wîfaq a ku Tirkiyê desteka wê dike de, asta sûcan zêde bûye.

Hate gotin ku, bi sedan çeteyên ji Sûriyê ku ji aliyê Enqerayê ve hatine perwerdekirin tev li şeran dibin û destekê didin hêzên Wîfaqê.

Ajansê piştrast kir ku çeteyên ji Sûriyê li pişt sûcên bi vî awayî ne, ji ber ku dizanin ku ew ê cezayan bifilitin. Ajansê got, di demên dawîn de niştecihên Terablusê diyar kir ku bûyerên êrişên cinsî li dijî jin û zarokan zêde bûne.

Welatiyekî li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir ku çekdarên girêdayî hikûmeta Wîfaq zarokan li ber çavê şêniyan êşkence dikin, nikarin li hember van sûcan dengê xwe bikikn.

(bx)