Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1’ê Gulanê pîroz kir

Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1’ê Gulanê pîroz kir û got:  "1’ê Gulanê roja rizgarkirina keda mirovahiyê ji koletî û talankirinê ye û bûye nirxekî mirovî ku di oxira wê de berdêlên giran hatine danyîn."

Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1’ê Gulanê pîroz kir
1 gulan, 2020   06:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hatin gotin:

"Dîroka mirovahiyê bi xwîn û keda kerker û kedkaran ên têkoşiyan û hê jî têdikoşin tijî û dagirtî ye. Ji ber vê yekê rizgarkirina keda mirovahiyê ji koletî û tanakirinê dozên herî girîng ên di dîroka mirovahiyê de ne. Armanca têkoşînê ew e ku bighêje nirxên mirovî û exlaqî yên ku mirov di oxira wê de şehîd bû û berdêlên giranbuha dan.

1’ê Gulanê sembola vê têkoşînê ye û rêzdariya ji têkoşerên wê re ye. 1’ê Gulanê bûye nirxekî mirovî û civakî ji azadî, edalet , wekhevî û aştiyê.

Ji ber belavbûna Koronavîrusê li cîhanê ku li ser tevahî mirovahiyê xeter e em îsal vê cejnê di nava mercên zehemet de pêşwazî dikin

Bi vê wesîleyê em hemû kesên ku di xeta têkoşînê de berdêl dane, şehîd û gazî bûne bi bîr tînin. Her wiha em piştrast dikin ku hemû kar, têkoşîn, îsrar, pêşketin, girêdana bi nirxên şoreşê û parastina wê di hemû beşê insanî û exlaqî de werdigrin. Berdêl çi dibe bila bibe em ê bi yek destî xwedî li armancên xwe derkevin.

Em hemû jinên kedkar ên Bakur û Rojhilatê Sûriye yên ku bi têkoşîna xwe di qadên leşkerî, çandî, ragihandin û şerê li hemberî terorê de civaka exlaqî ava kirin, silav dikin. Em hêvî dikin ku 1’ê Gulanê bibe bidawîbûna pandemiya Koronavîrusê li tevaahî cîhanê û ev cejn bibe cejna rizgarkirina ji dijnimatiya ku li ser gelê me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê tê meşand.

Bi vê wesîleyê em hemû karkerên di Rêveberiya Xweser de kar dikin û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gel û karkerên ji bo azadiyê xwe dixebitin pîroz dikin."

ANHA