Gelo li Idlibê çi tê plankirin?

Li Idlibê tevgerên leşkerî yên aliyên bi nakok, zêde bûne. Dewleta Tirk a qala lihevkirina bi Rûsyayê û şerê çeteyên Tehrîr El-Şam re dike, hêzên xwe yên leşkerî dişîne herêmê. Ji ber mezinbûna asta nakokiyê di navbera dabînkerên Astanayê de,  ruxmî ku gelek civîn lidar xistin, lê negihiştin tu encaman. Gelo li Idlibê çi rû dide?

Gelo li Idlibê çi tê plankirin?
1 gulan, 2020   05:23
NAVENDA NÛÇEYAN-YIHYA EL-HEBÎB

Rûxmî ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn di 5’ê Adarê de agirbestek ragihandin, dewleta Tirk şandina hêzên xwe yên ji Idlibê re didomîne.

Li gorî SOHR hejmara erebeyên leşkerî yên Tirkiyê ku ji destpêka agirbesta nû ve derbasî axa Sûriyê bûne, gihaşt 2 hezar û 695 erebeyan, tevî bi hezaran leşkeran.

Bi vê yekê hejmara wesayîtên leşkerî yên ku gihaştin “Herêma Bêçek” di dema di navbera 2`yê Sibatê heta niha gihaşt zêdetirî 6 hezar û 100 wesayîtan. Li ser van wesayîtan, tank, erebeyên veguhestina leşkeran û erebeyên zirxî, kabîneyên nobetdariyê yên zirxî û radarên leşkerî bar kirin. Ji aliyekî din ve hejmara leşkerên Tirk ên ku li Idlib û Helebê di vê demê de belav bûne, gihaşt zêdetirî 10 hezar û 300 leşkeran.

Heta niha Tirkiye di mijara meşandina dewriyên leşkerî yên hevbeş bi Rûsyayê re bi ser neketiye. Ji ber çeteyên Tehrîr El-Şam li dijî wan dewriyan sekinîn.

Ji ber ku Rûsya zextê li Tirkiyê dike, Tirkiye neçar man bi çeteyên Tehrîr El-Şam re bi hev keve. Lê şer dirêj nekir û bi lidarixistina danûstandinan di navbera Tirkiyê û çeteyan de bi dawî bû. Çeteyên Tehrîr El-Şam vekirina rêya navneteweyî M4 red dikin.

‘JI BILÎ PÊKANÎNA SOZAN TU BERBIJARK JI TIRKIYÊ RE NEMA’

Ji bo nirxandina van pêşketinan ajansa ANHA’yê hevdîtinek bi lêkolîner û şîrovekarê siyasî Selîm Elî yê li Moskowayê re çêkir.

Elî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ruxmî hemû hewldanên Tirkiyê ku xwe ji sozên xwe xilas bike, lê ji bilî pêkanîna sozan tu berbijark li pêşberî Tirkiyê nemaye. Ji ber ku ger pêk neanîn dibe ku sînaryoya rêya Şam-Helebê dubare bibe."

‘TIRKIYE HEWL DIDE ÇETEYAN TEVLÎ KOMÊN NERM BIKE’

Elî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê di vir de divê em li girtekên Tirkiyê yên weke ku di çarçoveya ji nû ve rêzkirina rewşên komên çekdar bi taybet Cebhet El-Nusra û komên alîgirên wê de pêk tên binêrin. Tirkiye hewl dide wan koman tevlî komên nerm bike. Lê komên terorîstên biyanî yên ku Tirkiyê derbasî axa Sûriyê kirine, li dijî vê yekê ne û wek xeteriyek li ser hebûna wek dibînin, mîna Hizb Isalm Tirkistanî û Hiras El-Dîn. "

‘DIVÊ JI GIRTEKÊN TIRKIYÊ BI GUMAN BIN’

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî dibêje: “Bi giştî divê em ji reftariyên Tirkiyê li Idlibê û bakurê Sûriyê bi giştî bi guman bin. Ji ber ku ew hewl dide guhertina demgorafîk li herêmên ku kontrol kirine û rewşek biafrîne bi şêwazekê bikaribe sînaryoya Lîwa Skenderon dubare bike. Ev taybetmendî wê bibe sedema nakokiyên leşkerî bi aliyê Sûriyê re û li paş Rûsya û Îranê.”

‘WASHINGTON DIXWAZE TIRKIYE Û RÛSYA LI IDLIBÊ BI HEV KEVIN’

Helwesta Amerîkayê ji nakokiya dawîn a li Idlibê re mezin bû. Ev jî di daxuyaniyên wê de diyar bû, beyî ku tiştekî berbiçav li erdê nîşan bide. Têkildarî wê pirsporê karûbarên Rojhilata Navîn ê saziya lêkolînan Chatham House Gadi Sari got: "Helwesta Amerîkayê ji bûyerên Idlibê dabeşî du beşan dibe. Beşek girêdayî siyasta DYA û têkiliyên wê bi oposîzyona Sûriyê re girêdayî ye. Amerîka piştgiriya helwestên oposîzyonê yên girêdayî lidijî derketina Rejîmê dike,  lê ne bi rêbaza meydanî û lojstîk. Ew hertim behsa sivîlan û parastina wan li Idlibê dike. Lê baş dizanin ku Tehrîr El-Şam (El-Nusra ber) Idlib bi awayekî xurt kontrol dike. Yanî di mijarê Idlibê de Amerîka girîngî dide kiryarên aliyên din. Helwesta Amerîka ew e ku bihêle Rûsya û Tirkiyê bi hev kevin."

‘RÛSYA Û TIRKIYE NIKARÎN GAVÊN NENIRXANDÎ BAVÊJIN’

Têkildarî derfeta pêkanîna lihevkirinekê Sarî got: "Ez bawer nakim ku rêveberiya Amerîka girêdayî Sûriyê xwedî tu însyatîfek lihevkirineke be. Bi taybet serokê Amerîka hewl dide ji Afganistan û Sûriyê vekişe. Lê tu guhertinên rastîn tune ne, ku dihêle helwesta heyî bê guhertin. Tişta li Idlibê rû dide dibe ku bandor li Sûriyê bike. Lê bi texmîna min ger lîstok bê guhertin, tu lîstokvan dê encamên guhertinê tehemul neke bi şêwazekê ku aliyên naxwazin tev li nakokiyê bibin jê dûr bihêlin."

Di dawiyê de Sarî got: "Ger Rûsya yan jî Tirkiye gavek ne nirxandî bavêjin û bibe sedem ku Amerîka cihê xwe di Sûriyê de winda bike, wê bertek xurt be. Mîna helwesta serok Trump girêdayî dosyaya Îranê ya ku bandor li bihayên petrolê dike. Ev mijar ji bo rêveberiya Amerîkayê girîng e."

(şx)

ANHA