El-Tawrgî: Lihevkirina El-Saxîrat li ser gelê Lîbyayê bela bû

Lêkolînerê siyasî yê lîbî Seraj El-Tawrgî got: “Gelê Lîbyayê ji lihevkirina El-Saxîrat azar kişand.  Meclisa şêwirê ya ku di encamê de çêbûye, milîs bikar anîn û pereyên Lîbyayê kontrol kirin. Di nav de çeteyên Tirkiyê yên ji Sûriyê hatine jî hene.”

El-Tawrgî: Lihevkirina El-Saxîrat li ser gelê Lîbyayê bela bû
1 gulan, 2020   05:07
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Lêkolînerê siyasî yê ji Lîbyayê Seraj El-Tawrgî ji ANHA’yê re got: "Di rojên derbasbûyî de, gelê Lîbyayê hertim li qadan bû. Bi taybet li Binxazî yê ku dergûşa şoreşa Keramê tê hesibandin, ji bo ku gel mafê birêvebirina welêt bispêre Xelîfe Hefter û artêşa Lîbyayê."

El-Tawrgî wiha domand: "Em ji encamên neyînî yên lihevkirina El-Saxîrat, parçebûna parlamantoya Lîbya di navbera Terablus û Binxazî de û komîteyên qanûnî yên mîna meclisa dewletên û saziyên din ên ku Ixwan Muslimîn bi rêve dibirin, aciz bûn. Lewra gelê rêvebirina welêt spart fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Lîbyayê."

El-Tawrgî di dawiyê de got: "Ji ber ku meclisa encama lihevkirina El-Saxîrat milîs birêve birin ji bo ku pereyên Lîbya kontrol bike di nav çeteyên ku ji Sûriyê û Tirkiyê hatine. Lewra me birêvebirina karûbarên welêt radestî artêşê kir. Bi saya xwedê artêşê daxwaza me anîn cih."

(şx)

ANHA