Jeffrey: Divê Tirkiyê zext li çeteyên Tehrîr El-Şam ên li Idlibê bike

Nûnerê Amerîka yê taybet ji bo Sûriye James Jeffrey îro got ew hêvî dike ku Tirkiyê zexta xwe li ser komên tundrew di nav de Heyet Tehrîr El-Şam ên li Idlibê zêde bike.

Jeffrey: Divê Tirkiyê zext li çeteyên Tehrîr El-Şam ên li Idlibê bike
30 nîsan, 2020   20:47

James Jeffrey di civîna ku saziya meclisa Atlasî de ya bi rêya înternetê got:  "Em hêvî dikin ku Tirk ferzkirina zextan li ser rêxistinên terorîst berdewam bike di nav de koma herî bi hêz Heyet Tehrîr El-Şam."

(şx)