YBŞ û YJŞ’ê têkildarî 1’ê Gulanê: Di vê rojê de yekbûyîna me

Fermandariyên Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) 1’ê Gulanê Roja Karkeran pîroz kir û got ku ‘Di vê rojê de yekbûyîna me erkek dîrokî ye’.

YBŞ û YJŞ’ê têkildarî 1’ê Gulanê: Di vê rojê de yekbûyîna me
30 nîsan, 2020   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariyên Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî 1’ê Gulanê Roja Karkeran pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye

 “Em di serî de şehîdên xwe yên ku canê xwe ji bo civaka me feda kirine, di şexsê şehîd Canfeda Zilan, Serhildan Çekdar, Dilgeş Xerzan, Yilmaz Gever û Pîrdogan Egîd de tevahî şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr tînîn. Roja karker û kedkarên cîhanê di serî de li Rêber Apo li hemû kedkarên cîhanê pîroz be. Ji dîrokê heyanî roja me ya îro yên ku li hember faşîzma kapîtalist li ber xwe dane û yên ku li ber xwe didin, em têkoşîna wan bi hurmetên xwe yên herî mezin silav dikin.

Di vê rojê de yekbûyîna me erkek dîrokî ye. Pêwîst e gelê me jin, ciwan her kesek bi germî û keyfxweşiyeke mezin vê rojê pêşwazî bike. Ji bo neteweya demokratîk, jiyanek azad û wekhev di van rojên dîrokî de pêdiviya me bi yekbûnê heye. Divê her qada ku em tê de ne, em bikin qada berxwedanê.

Em YBŞ-YJŞ û civaka Êzidî di van rojên dîrokî û pîroz de ji bona azadiyê, em ê yekbûyîn, têkoşîn û berxwedaniya xwe mezin bikin û pêş bixin.”