Li Beyrûtê alîkarî li kurdên xizan hatin belavkirin

Weqfeya Neweoz a Çanda Civakî ya li Beyrûtê pakêtên xwarinê li malbatên Kurd ên xizan belav kirin.

Li Beyrûtê alîkarî li kurdên xizan hatin belavkirin
30 nîsan, 2020   16:09
BEYRÛT

Ji beriya 30 salan ve li Lubnanê krîzeke aborî û diravî heye, pereyên Lubnanê nîvê nirxê xwe winda kiriye ev jî bû sedem ku nirxên kelûpelan bilind bibe.

Bi destka endama Parlamantoya Lubnanê Pola Yakubiyan Weqfeya Newroz a Çanda Civakî pakêtên xwarinê li 60 malbatên Kurd ên hewcedar ên li Beyrûtê bilav kirin.

Rêvebera Weqfeya Newroz, Henan Osman ji ANHA‘yê re aixvî û got: "Alîkarî li malbatên Kurd ên herî hewcedar hatin belav kirin. Di nav de malbatên ji Rojava hene."

Henan hêvî kir ku rêxistin alîkariyê ji bo xizanan bişînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P2jdEdGvZws" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>