Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve hate dirêjkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve heta 11‘ê Gulanê dirêj kir û derbarê vekirina sûkan de biryarên nû dan. Biryar kantona Hesekê di nav xwe de nagire.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve hate dirêjkirin
30 nîsan, 2020   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara hejmara /39/ da. Li gorî biryarê qedexeya derketina derkeve heta 11‘ê Gulanê hate dirêjkirin. Her wiha karê hin xwediyên dukan û karên pîşeyan hatin hêsankirin.

Biryarên hatine girtin ev in:

Ji ber pandemiya Koronayê qedexeya derketinê 10 rojên din dirêj dike. Qedexeya derketinê ji sibeha roja Şemiyê 2‘ê Gulana 2020‘an heta 11‘ê Gulana 2020‘an berdewam dike.

Saetên qedexeya derketina derve ji 15:00‘an heta 06:00‘an e.

Hemû dikan, sûk ji saet 06:00‘an heta 15:00‘an tên vekirin.

Tevgera çûn û hatina cotkar û karkeran a ji bo zeviyên çandiniyê têne hêsankirin. Lê divê hejmara karkeran di maşîneyekê de 10 kes derbas neke.

Di dirêjahiya dema qedexeyê de çûn û hatina di nava saziyên rêveberiyên demokratîk û sivîl de qedexe ye.

Di dirêjahiya saetên qedexeyê de, di nava hemû herêmên rêveberiyê de çûn û hatine erebeyê madeyên xwarin, paqijî, derman û şîrên zarokan, pêwîstiyên tenduristî û dezenfektekirin û sotemenî ne qedexeye.

Di dirêjahiya dema qedexeyê de çayxane, xwaringeh, kafterya, deverên olî, dibistan û zanîngeh girtî dimînin.

Tevahî deriyên sînor ên bi Rêveberiyê Xweser re girtî dimînin, ta biryara vekirinê ji aliyê Hevsereokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve were girtin.

Ji bilî saziyên ku pêwîstiya wan bi berdewama kar heye (Xizmeteguzarî û Tenduristî) kar di nava saziyên Rêveberiya Xweser de sekinî dimîne ta biryar ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve were girtin.

Divê karker amûrên xweparastinê mîna lepik û maskan di dema kar de bi kar bînin û nêzî hev nebin.

Ev biryar kantona Hesekê ya ku vîrusê lê hate dîtin di nav xwe de nagire. Li gel vê yekê dê ji aliyê Rêveberiya Cizîrê ve tedbîrên pêwîst dê werin girtin.

Pêkanîna van biryaran hemû kesan eleqedar dike.

ANHA